Polîsên Tirk dîsa êrîş birin ser Goristana Yenîkoyê

Polîsên Tirk li Goristana Yenîkoyê ya Baxlarê dîsa kêlên gorên gerîlayan şikandin.

Rejîma AKP-MHP’ê a ku  li gel her cure kirinên faşîst nekarî gelê Kurd radest bigire, êrîşên xwe yên bi ser nirxên Kurdan de zêde dike.

Midûrîyeta Emniyetê ya Amedê 29’ê Mijdarê bi fermana Serdozgeriyê ya Komarê nivîsek ji Midûriyeta Gorirstanan a Seroktiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Mezin re şandibû û xwestibû ku kêlên goran ên ku li ser wan sîmge, gotin, alaya û gotina şehîd a li ser wan hene werin guherandin.

20’ê Mijdarê dema ‘qedexeya derketina derve’ de kêlên gorên endamên YPS-YPJ’ê yên ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabûn û her wiha kêlên gorên endamên YPG-YPJ’ê ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn guherandin. Peywirdarên ku li goristanê dixebitîn, nîvê şevê bi kontrola polîsan kêlên ji mermera spî û wêneyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane li ser wan hebûn û her wiha yên ku flama li ser wan hebûn piştî ku rakiribûn parçe kiribûn. Li şûna wan li ser kevirên ku danîn jî tenê nav, dema rojbûn û mirinê hatibû danîn.

Malbat îro dîsa çûne ser gorên zarokê xwe, dîtin ku êrîş bi ser gorên zarokên wan de anîne. Malbatan diyar kirin ku ev 2 roj in hîn bûne ku êrîş bi ser gorên zarokên wan de anîne û diyar kirin ku ev tişta hatî kirin derveyî mirovahiyê ye. Kêlên goran ku Mijdarê ji hêla malbatan ve hatibûne nûkirin, polîsan bi mekîneya spîralê cihên ‘şehîd û navê kod’ li ser in tarî kirine û hin kêl jî şikandine.

ÊRÎŞÊN 2017’AN

Êrîşên bi ser goristanan de ên sala 2017’an wiha ye:

22’yê Kanûna 2017’an: Goristana Garzanê ya li bejahiya gundê Oleka Jor a bi ser navenda Bedlîse ye, ku gorên 267 endamên PKK’ê lê bûn, bi mekîneyên kar hatin xirakirin. Beriya niha Tebaxa 2013’an jî dema ku hê nû dihate avakirin, Îlona 2015’an dema operasyoneke berfireh de goristan hatibû tehrîbkirin vê carê bi temamî hate rûxandin. Di dema ‘qedexeya derketina derve’ de bi mekînên kar goristan û mizgefa wê hate xirakirin.

 

16 SIBAT 2017: Dozgeriya Komarê ya Êlihê û qeyûmê Şaredariya Êlihê piştî ku teblîgat şandin ji malbatan re Goristana Îkîztepe ku cenazeyê 23 kesan lê bû hate hilweşandin.:

21 SIBAT 2017: Li Wanê bi dehan polîs û wesayitan Goristan Yenî Mahalle ya li Îpekyoluyê hate hilweşandin. Polîsên gorên endamên HPG, YJA-Star, YPG’ê û YPJ’ê şikandin û rengên kesk û sor zer şewitandin. Li ser gelek goran ‘T.C’ hate nivîsîn.

7 NÎSAN 2017: Li gundê Surek a Perî ya Mazgirt a Dersimê bi fermana Waliyê Dersimê û qeyûm Osman Kaymak gorên Sancar Buluç û Baran Çetînkaya yên HPG’yî hatin xirakirin.

28’ê NÎSANA 2017: Goristana li taxa Ormanê ya Gever a Colemêgê tîmên taybet gor xira kirin û li ser kêlan ‘leş’ nivîsîn.

28 NÎSAN 2017: Li herêma Çiyayê Kato ya Êlkê ya Şirnexê bi tevlêbûna gelek leşker û qorîciyan 18’ê Nîsanê bi operasyonekê goristanên endamên PKK’ê hatin xirakirin. Li Zozanên Meydanê dîwarên goristanê yên endamên PKK’ê hatin hilweşandin. Derdora mizgeftê jî 14’ê Kanûna 2015’an hatibû bombekirin.

12’ê Hezîrana 2017: Êrîşî gora siyasetmedara Kurd a jin Sakîne Cansiz jî kiribûn. Li ser gora bîrdarî ya Sakîne Cansiz wêneyê wê û her wiha stêrik û perên kevokan hebûn. Di êrîşê de hatibû xwestin ku perên kevokê û stêrikê rakin. Ji ber ku nekarîn perikan jêbikin bi cismekî giran beşek ji perikên kevokê û sembola stêrikê hatibû rakirin.

Her wiha 24’ê Tîrmeha 2015’an bi destpêkirina şer re li herêmên bejahiyê bi balafirên şer goristanên endamên HPG’ê û YJA-Starê hatibûn bomekirin û her wiha bi mekîneyên kar hatibûn xirakirin. Li gorsitanan mizgeft, cemevî û cihê nimijêjê jî bi temamî hatin hilweşandin.