Polîsên Tirk ciwanên Kurd hînî dizî û tiryakê dikin

Li Amedê firotin û bikaranîna tiryakê her roj zêde dibe. Ciwanê bi navê R. H. diyar kir ku polîs ciwanên welatparêz hînî tiryak û diziyê dikin.

Li taxên Şehîtlik û Benûsen ên navçeya Yenîşehîrê û li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûr a Amedê ku piranî xebatkarên HDP û malbatên gerîla lê ne, dizî, bikaranîn û firotina tiryakê bi destê polîsan zede dibe. Ciwanê bi navê R. H. (25) ku berî salekê polîsan ew fêrî diziyê kiriye ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku polîsên girêdayî Midûryeta Polîsan ya Şaxa Narkotîk li taxa Şehîtlîkê ciwanan hînî hînî dizî û bikaranîna tiryakê dikin.

'TIRYAKÊ LI DORA DIBISTANAN BIFIROŞIN'

R. H. da zanîn ku danê êvarê polîs dikevin nava taxên Şehîtlik û Benûsen yên navçeya Yenîşehîrê û taxa Îskenderpaşayê ya navçeya Sûrê û ciwanan hînî tiryakê dikin. R.H. ev agahî da: "Berî salekê polîsan ez hînî diziyê kirin û ji min re gotin, 'tevlî xebatên HDP'ê nebin û xwe ji siyasetê dûr bixin. Li taxên Şehîtlîk, Benûsen, Îskenderpaşa û 500 Evlerê diziyê bikin û li derdora dibistanan tiryakê bidin zarokan. Kîjan malê hûn bixwazin bikevin û wê malê bişelînin agahiyê bidin me em ê alîkariyê bi we re bikin."

'POLÎSAN EZ HÎNÎ TIRYAKÊ KIRIN'

Ciwanekî din ê bi navê A. K. jî destnîşan kir ku di nava rojê de li derdora dibistanan tiryak bi destê polîsan tê firotin û got: "Di destê zarokên 9-10 salî de tiryak heye. Di sala 2016'an de polîsan li taxa Îskenderpaşa ez hînî tiryakê kirin. Tiryak polîsan bi xwe ji me re anî û ji me re gotin, 'ji siyasetê dûr bin, tişta hûn bixwazin em ê ji we re bînin'. Niha jî polîs dibêjin, 'bikevin malan û diziyê bikin'. Polîs bi xwe malan nîşanî me didin û dibêjin 'bikevin van malan'."