Polîsên Tirk bi îfadeyê Yalçin ê kor komplo li ser 35 HDP’yiyan çêkir

Hasan Yalçin ê ku çavê wî nabîne polîsan komplo li wî kir û li Midûriyeta Emniyetê ya Hezoyê zabitnameya îfadeyê pê dan îmzekirin û li ser 35 HDP’yiyan sûcdarî hate kirin.

Li navçeya Hezo ya Êlihê, polîsan gef li zarokê bi navê S.Y. (14) xwarine û jê xwestine ku li ser bavê xwe Hasan Yalçin ê kor îfadeyê bide. Di encama van gefên polîsan de di Tebaxa 2020’an de S.Y. li Midûriyeta Polisan a Hezoyê li ser bavê xwe gotin da. Piştî vê gotin dayîna S.Y. polîsan bi ser mala Hasan Yalçin de girt û ew destgîr kir.

Yalçin, 4 rojan di nezaretê de ma. Li gel ku Yalçin cara yekemîn hatibû destgîrkirin jî polîsan mafên wî jê re venegotin û bêyî parêzer gotinên wî girtin. Piştî girtina gotinan ji Yalçin xwestin ku hin ewraqan mor bike. Yalçin van ewraqan weke gotinên xwe hesiband û hemûyan mor kir. Piştî van kirariyên li Midûriyeta Polisan a Hezoyê, Yalçin derket dadgehê û bi sûcdariyên “piştgiriya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsa malê lê hat birîn.

Derket holê ewraqên ku bi Yalçin hatin morkirin angaştên derbarê 35 HDP’iyan de ne. Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci jî di nav van 35 kesan de heye.

Yalçin, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ewraqên ku pê dane morkirin bêyî ku jê re bixwînin pê dane morkirin û wiha got: “Keça min a biçûk xapandine û li ser min pê gotin dane gotin. Ji ber ku temenê wê negirtiye xizmekî me jî kirine dewrê. Ji bo ku li ser 35 kesan gotin bidim lîstik çêkirine. Çima vê yekê li me dikin. Em xizan in li şûna ku alikariya maddî bidin me vê tiştê bi me dikin. Ez cara yekemîn hatim destgîrkirin. Ewraq bi min dan morkirin. Piştre ji kesên ku destgîr kirine re gotine, ‘Hasan Yalçin li ser we îfade daye’. Min kirine hedef. Min li ser kesî îfade nedaye.”