Polîsên Tirk avêtin ser salona danasîna namzetên HDP'ê

Polîsan avêtin ser saloneke li Amedê ku wê civîna danasîna namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyan pêk were.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro wê bi beşdariya hevserokên giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li Eywana Konferamsê Ayaz Elegance ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê namzetên xwe eşkere bike. Polîsên Tirk duh danê êvarê avêtin ser eywanê. 

Polîsan dest danîn ser hemû cilên ku li serê 'Li dijî tecrîdê, têkoşîna Leyla Guven a me ye' hatin nivisîn û wêneyên hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ev 78 roj in di girtîgehê de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, hatin desteserkirin. 

Piştî serdegirtina polîsên Tirk şêwirmendê koma HDP'ê Emrullah Yalçin û xebatkarên HDP’ê Murat Gokdag, hatin destgîrkirin. Yalçin û Gokdagê birin navenda polîsan û piştî îfadeya wan hatin berdan.