Polîsên Tirk avêtin ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê

Di çarçoveya lêpirsînekê de ku li Edeneyê hate destpêkirin, Amedê 3 kes hatin destgîrkirin. Polîsan her wiha avêtin ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de serê vê sibehê tevî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevş polîsan her wiha li Amedê avêtin ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê.

Polîsên Tirk di dema serdegirtinê de deriyên derve û hundir ên avahiyê şikandin û lêgerîn kirin. Hard dîskekî komeleyê, kompûterek, laptopek, pirtûk û ewraqên li komeleyê desteser kirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê Mehmet Sarûhan, Îlyas Arzû û Emetûllah Akçaray hatin destgîrkirin.