Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya Sûrê

Polîsên Tirk doh bi şev avêtin ser avahiya HDP'ê ya Navçeya Sûrê ya Amedê.

Polîsên Tirk doh bi şev saet 1'ê avêtin ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Sûrê. Serdegirtin beriya çalakiya Îro ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Sûrê pêk hat. Polîsan deriyên avahiyê şikandin û avêtin ser avahiyê.

Hate argihandin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kovarên Jineolojiyê yên li avahiyê hatine desteserkirin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Sûrê Sevîm Coşkûn nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan da û şermezar kir.