Polîsên ku êşkence li zarokê Kurd kirin, hatin berdan

Sê polîsên ku li navçeya Licê ya Amedê ji ber êşkenceya li zarokekî 14 salî hatibûn girtin, hatin berdan.

Zarokê bi navê Y.D. di 21'ê Adarê de gava bi hevalekî xwe yê 10 salî re li Licê digeriya, ji aliyê polîsan ve bi wesayitekê hatibû revandin, bi rengekî hovane êşkence lê hatibû kirin, dest û lingên wî hatibûn girêdan. Zext li Y.D. hatibû kirin ku bibêje 'ew Tirk e', her wiha heqaretê li Kurdan bke û ji bo sirûda Tirk bixwîne gefa kuştinê lê hatibû xwarin.

Piştî ku êşkence li Y.D. hate kirin, dest û devê wî hatibûn girêdan û bi wî rengî ew avêtibûn nava çirava li kêleka çemekî. Gundiyekî bi şev zarok dîtibû û ew rakiribû nexweşxaneyê. Metirsî heye ku çavekî wî zarokî kwîr bibe. Piştî ku nûçeya li ser vê êşkenceyê li Ajansa Mezopotamyayê hate weşandin, lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Di lêpirsînê de ji 5 polîsan Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan û Gokhan Bay di 26'ê Adarê de ji ber sûcê 'birîndarkirina bi zanebûn' hatin girtin.

Amûrê Emniyetê Aykût Oral û polîs Hayrettîn Çakmak jî hatibûn girtin, lê belê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Licê bi şertê kontrola edlî ew berda bû.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û ragihand ku her sê polîsên girtî jî hatin berdan.

Baroyê diyar kir ku ev yek encameke ji polîtîkaya bêcezahiştinê ye û destnîşan kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.