Polîsê Tirk zarokê 4 salî bi giranî birîndar kir

Dewleta Tirk li Kurdistanê careke din hewl da bi wesayitê komkujiyê bike. Li Hezexê, polîsê Tirk bi wesayita xwe ya sivîl li zarokekî 4 salî yê bi navê Ûmût O. xist. Ûmût birîndar e û tê gotin ku birîna wî giran e.

Li taxa Aşagi ya navçeya Hezex a Şirnexê, polîsekî Tirk bi wesayita xwe li Ûmût O. yê 4 salî xist ku li ber mala xwe dilîst.

Ûmût O. di binê wesayitê de ma û bi giranî birîndar bû. Zarokê çar salî piştre bi wesayita lê da rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê. Piştî destwerdana lezgîn a tibî, zarok sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin. Danê êvarê jî rakirin nexweşxaneyeke taybet a li Êlihê.

Tê gotin ku birîna Ûmût ê biçûk giran e û li servîsa lezgîn e.