Polîsê qatîl: Piştî ku min bera Kûrkût da ez vegeriyam cihê xwe yê peywirê

Hat xwestin ku polîsê bi navê Y.Ş. ê ku Kemal Kûrkût qetil kiribû û hê jî li ser peywira xwe ya bila were girtin. Y.Ş. diyar kir, piştî ku wî Kûrkût qetil kiriye vegeriyaye qada Newrozê cihê xwe yê ku lê peywirdar bû.

Yekemîn danişîna doza polîsê kujer Y.Ş. yê di 21'ê Adarê de li qada Newrozê Kemal Kûrkût kuşt, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Malbata Kûrkût a ji Meletiyê hatin Amedê, parlamenterên HDP'ê û nûneren saziyên civakî jî di nav de gelek kesan doz şopand.. Polîsê kujer Y.Ş. jî bi riya SEGBÎS'ê tev li dozê bû û xwe parast. Derket holê ku Y.Ş., piştî înfaza Kûrkût tenê 3 mehan ji peywirê hatiye girtin, lê piştî 3 mehan dîsa vegeriya ser kar. Polîs Y.Ş. di îfadeyê de diyar kir ku 3 mehan ji kar hat dûrxistin dîsa vegeriyaye ser kar. Y.Ş., parast ku bi aliyê Kurkut ve 2 gule berdaye û wiha got: "Min li piyê Kûrkût nîşan girt. Piştî bûyerê ez vegeriyam ser peywira xwe ya li qada Newrozê" 
 
Lê di dîmen û wêneyan de tê dîtin ku dema Y.Ş. ji nêzîk ve gule berdaye Kûrkût û rasterast sînga Kûrkût kiriye hedef.

Di salona danişînê de dayika Kemal Kûrkût Secan Kûrkût, ji ser hişê xwe çû û dayika Kûrkût ji eywanê hate derxistin. 

HAT XWESTIN BILA POLÎS WERE GIRTIN
 
Piştî polîs Y.Ş. ê Kemal Kûrkût kuştibû xwe parast, rojnameger Abdurrahman Gok yê wêneyê kêliyê înfaza Kurkut  kişandibû, wekî şahid tev li danişînê bû. 

Piştre dozger xwest polîsê ku hêj li ser kar e, li gorî xala 100'emîn a CMK'ê bê girtin û girtî bê darizandin.