Polîsê Îranê kasibkarekî Kurd qetil kir

Polîsên Îranê li eyaleta Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê kasibkarek qetil kir.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, polîsên Îranê 22'ê Adarê li nêzî bajarê Xurmawa yê eyaleta Loristanê li wesayita kasibkarê bi navê Mihemed Sadiq reşandin.

Di êrişê de kasibkar jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan Sadiq ji bajarê Seqizê yê Sineyê ye.

Li herêma navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî di encama êrişa leşkerên Îranê de kolberekî ji Selasê yê bi navê Behroz Mûradî bi giranî birîndar bû. Li gorî Kolbernewsê êriş 21'ê Adarê pêk hat.

Kasibkar û kolber bi rêk û pêk dibin hedefa êrişên dewleta Îranê. Her sal bi dehan kes bi vî rengî tên qetilkirin. li gel van êrişan kolber neçar dimînin ku di nava şert û mercên giran û metirsîdar ên cografîk de jî ji bo debara xwe bikin, karê balhigiriyê bikin.