Polîsan rê neda ku biçin serdana gora Dayika Aştiyê Kina yê

Polîsên Tirk rê neda ku welatî biçin serdana gora endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muhlîse Kina yê.

Kesên ku xwestin biçin serdana gora endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Mûhlîse Kina (55) a ku 17’ê Nîsanê ji ber şewba vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Parlemeterê HDP’ê ya Êlihê Necdet Îpekyuz û endamên partiyê, dîsa aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Êlihê yên ji erkê hatin girtin Sorgul Korkmaz û Mehmet Demîr xwestin biçin serdana goristanê lê li ketina goristanê hatin astengkirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî dor li goristanê girtine.

Polîsan hinceta dorpêç û astangiyê jî gotin ku îxbar girtine ku ‘wê proptagandaya rêxistinê bê kirin’ diyar kirin ku eger bikevin goristanê wê gefa wê êrîş bikin jî kirin. Piştî ku kom bi Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin vegeriyan avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê. Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Sûltan Azboy li vir daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî astengiyê da û diyar kir ku wê têkoşîna dayika Kina bidin jiyîn.

Parlemeterê HDP’ê Nedet Îpekyuzu jî got: “Gotin qedexe ye, gefa  mudaxeleyê kirin. Carekî din dîrokê şahidî ji yên ku ji gora dayikekê ditirsin re kir.”