Polîsan rê neda nimêja cenaze bê kirin

Di merasîma li Midyadê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Akkurt ê li Wanê şehîd bûbû hate kirin de, polîsan rê neda ku nimêja cenaze bê kirin.

Di 5’ê Hezîranê li çoltera Elbak a Wanê de 3 HPG’iyan di şer de şehîd bûbûn. Cenazeyê ji 3 HPG’iyan Ferhat Akkûrt duh radestî malbata wî hate kirin. Malbat ji bo ku cenazeyê kurê xwe veşêre, anî navçeya Midyat a Mêrdînê. 

Cenazeyê Akkûrt, duh bi şev di bin dorpêça bi dehan wesayîtên zirxî de, li Goristana Yenî ya Midyatê hat veşartin.

Polîsan ji derveyî ferdên malbatê, destûr nedan ku kes beşdarî merasîma cenaze bibe.

Di heman demê de, hate diyarkirin ku polîsan destûr nedaye ku nimêja cenazeyê Akkûrt bê kirin.