Polîsan nehiştin Alî Çîçek were bîranîn
Polîsan nehiştin ku Alî Çîçek ê ku di Berxwedana Rojiyê Mirinê ya Mezin de şehîd bûbû were bîranîn.
Polîsan nehiştin ku Alî Çîçek ê ku di Berxwedana Rojiyê Mirinê ya Mezin de şehîd bûbû were bîranîn.
Li Amedê Komeleya 78’yiyan xwest Alî Çîçek ê ku li Girtîgeha Nimreya 5’an a Amedê de di Berxwedana Rojiyê Mirinê ya Mezin de şehîd bûbû, li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê wî bi bîr bîne. Polîsan dora goristanê girtin û nehiştin bîranîn were kirin.
Polîsan nehiştin ku endam û rêveberên Komeleya 78’yiyan, MEBYA-DER, MED-DER, HDP û DBP’ê jî biçin goristanê.