Polîsan li Silopyayê êrîş bire ser dayikan

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş bire ser dayikên girtiyan ên xwestin bi daxuyaniyekê balê bikişînin ser grevên birçîbûnê. Hinek dayik û parlementera HDP’ê Nûran Îmîr ên rewşa wan giran bûn rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê êrîş bire ser dayikên girtiyan ên xwestin bi daxuyaniyekê balê bikişînin ser grevên birçîbûnê. Dayikên girtiyan ên dayikên ji Hezex û Cizîrê jî hatibûn hebûn, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û endamên partiyê destek dan dayikan.

Bi kombûna dayikan re polîsan dor li avahiyê girtin. Piştî demekê polîsan rê nedan dayikên ku di destê wan de wêneyên zarokên wan hebûn ku daxuyanî bidin. Amîrê polîsan qedexeya çalakiyan a ji aliyê  waliyê bajar a 15 rojan nîşand, diyar kirin ku eger daxuyanî bidin wê mudaxele bikin.

Hevseroka HDP’ê Zekî Îmrmez anî ziman ku li ser bingehê daxwazeke bi maf a demokratîk wê daxuyanî bidin.

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr bi polîsan re axivî û got: “Yekan e daxwaza walîtiyê qedexeyan li dijî Kurdan û HDP’ê derbixe ye.”

Di vê navê de ji wesayîtên TOMA ava bi şid li ser wekîla HDP’ê Îmîr û dayikên girtiyan baran û dest bi mudaxeleyê kirin. Dayikan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ bersiv da, polîsan jî bi mertal û defan dayik xistin dorpêçê. Di wê navberê de polîsan bi gaza bîberê êrîşî dayikan kirin. Ji ber gaza bîberê gelek dayik ji ser hişê xwe çûn û neçar man ku bikevin avahiya HDP’ê. Dayikên ku piştî demekê ji avahiyê derketin, li ser gotina Îmîr a HDP’yî ya ‘Ez ê giliyê we bikim’ polîsan destê wê girt û ew dehf da.

Ji ber gaza zêde Îmîr a HDP’yî û hinek dayik rewşa wan giran bûn, rakirin nexweşxaneya dewletê ya li navçeyê. Dayikên din ên li avahiya HDP’ê dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ qîr kirin.

Bendewariya polîsan a li ber derê avahiya HDP’ê dewam dike.