Polîsan li Şemrexê êrişî xelkê herêmê kirin

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, di rageşiya DEDAŞ'ê de, polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrişî xelkê herêmê kirin.

Dabeşiya Ceyranê ya Dîcle AŞ. (DEDAŞ) li Taxa Kayalar a girêdayî navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, dest bi xebatên jimêrekên ceyranê yên welatiyan bi dîrekan ve bikin, kir. Karmendên DEDAŞ'ê bi polîs û maşiyên zirxî ketin taxê. Niştecihên taxê nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan. Welatiyên li ser Cadeya Gazî kom bûn, xwestin karmendên DEDAŞ'ê ji taxa wan derketin. Polîsan li ser vê yekê bi ava şid û gaza îsotê êrişî xelkê herêmê kirin. Gelek welatî ji gazê bi bandor bûn. Nerazîbûna li dijî DEDAŞ'ê yên li taxê û rageşiya dest pê kir dewam dikin.