Polîsan li Êlihê êriş kir, gel li ber xwe dide

Li Êlihê, polîsên Tirk êriş birin ser meşa ku wê ji bo yekîtiya neteweyî bihata lidarxistin. Xelkê bajêr jî dest bi meşê kir.

Beriya meşa ji bo yekîtiya neteweyî, ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê lidarxistin, polîsên Tirk dor li Parka Ataturk girtin.

Li gel astengiya polîsan jî girseya gel li dora parkê li hev civiya û di navbera gel û polîsan de nîqaş derket. Çalakgeran bi biryardarî xwestin bimeşin. Li gel astengiya polîsan jî xelkê bajêr meşiya, lê belê polîsan bi ava şid û gaza îsotê êriş kir.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Zext nikarin bi me" bersiv da êrişê û heta Kolana Amedê meşiya. Polîsan careke din êriş kirin.

Girseya gel ku li nava kolanan belav bû, bi qîrîna dirûşman berxwedana xwe dewam dike. Êrişa polîsan jî dewam dike.