Polîsan êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Guven kirin

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlementera HDP’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Polîsan êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî ji girtîgehê derket çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li mala xwe didomîne.

Parlementerên HDP'ê Ridvan Tûran, Tulay Hatîmogûllari, Semra Guzel, Dêrsim Dag, Mûsa Farisogûllari û namzetê HDP'ê yê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî di nav de bi sedan kes ji bo piştgiriyê ber bi mala Leyla Guvenê ve meşiyan. Di dema meşê de girseyê li pîspîskan xist.

Piştî girse hat ber mala Guvenê dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kir. Guven jî di paceyê de girse silav kir. Piştî dirûşme hatin berzkirin polîsan bi ava şid mudaxileyî girseyê kir û polîs û parlementer ketin qirika hev.

Di dema mudaxeleyê de welatiyên li derdorê jî li malên xwe bi dengderxistinê piştgirî dan çalakiyê.

Parlementer çûn mala Guvenê û li ber derî serdana Guvenê kirin.