Polîsan êriş birin ser Şenyaşaran: Ferît Şenyaşar li nexweşxaneyê ye

Polîsên Tirk êriş birin ser nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar. Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê.

Emîne Şenyaşar ku hevser û 2 kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar îro ji bo cara 24'an li ber edliyeyê dest bi çalakiya nobeda edaletê kir. Lê belê polîsan êriş birin ser wan. Ji ber vê êrişê Ferît Şenyaşar ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

POLÎSAN LÊ DAN, JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ

Ferît Şenyaşar ê ku serê sibehê hat ber edliyeyê diyar kir ku ew dixwaze çalakiya xwe li derveyî edliyeyê dewam bike, lê belê polîsan êrişî wî kirin û bi vî rengî hewl dan destgîr bikin.

Polîsên Tirk bi zorê Şenyaşar bi erdê ve kişandin, hingî lingê Şenyaşar kete binê wesayiteke parkkirî. Şenyaşar ê ku ji serê xwe jî derb xwar, ji ser hişê xwe çû. Li ser vê yekê bang li ambûlansê hate kirin û ew rkiarin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan. Dayik Emîne Şenyaşar û parêzer jî pê re çûn. Dayik Şenyaşar got, "Em bi ku ve biçin, li ku li edaletê bigerin? Hûn çi ji me dixwazin? Hûn çima kujeran nagirin?"

Di vê navberê de nûçegihanên Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê xwestin dîmen û wêneyên bûyerê bikişînin, Lê belê hatin astengkirin. Her wiha polîsan gef li wan xwarin ku eger wêneyekî bikişînin wê wan destgîr bikin.