Polîsan dora mala Leyla Guven girtin

Polîsan li Amedê dora mala Leyla Guven girtin.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 99 roj in, di greva birçîbûnê de ye. Ji bo piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê, ji 15 bajaran ber bi Amedê meş hatibû destpêkirin.

Meş ji 7 milan ve ji bajarên Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlig, Dîlok û Rihayê hatibû destpêkirin. Meş ew ê sibê saet di 12.00’an de li Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê li ber mala Leyla Guven bi dawî bibe.

Polîsan dora mala Leyla Guven a li ser Rêya Aram Tîgran girtin. Hate ragihandin ku sîteya ku mala Leyla Guven lê ye û rêyên di navbera sîteyên din de bi bariyeran hatiye girtin.