Polîsan bi TOMA'yê avêtin ser buroya Ajansa Mezopotamyayê
Piştî destgîrkirina nûçegihanê ajansa MA'yê Dîndar Karataş, polîsan bi TOMA'yê avêtin ser buroya ajansê ya Wanê û dest danîn ser alavên teknîkî.
Piştî destgîrkirina nûçegihanê ajansa MA'yê Dîndar Karataş, polîsan bi TOMA'yê avêtin ser buroya ajansê ya Wanê û dest danîn ser alavên teknîkî.
Polîsên Tirk serê sibehê bi ser mala Dîndar Karataş nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya li Wanê girtin û piştî destgîrkirina wî, avêtin ser buroya ajansê ya li Wanê.
Bi hinceta ku cihê kar ê Karataş e polîsan bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Erzîromê avêtin ser buroyê. Di dema lêgerînê de polîsan Wesayita Destwerdana li Bûyerên Civakî (TOMA) danîn ber buroyê. Polîsan dest danîn ser kel û pelên weke kompûter, hard dîsk ên li buroyê. Lêgerîna li buroyê 2 saetan dewam kir.