Polîsan avêtin ser buroya ajansa MA'yê ya li Wanê

Piştî ku nûçegihane Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar Karataş serê sibehê hate destgîrkirin, polîsan avêtin ser Buroya Wanê.

Polîsan serê sibê bi ser mala Nûçegîhanê Ajansa MezopotamyaYÊ (MA) Dîndar Karataş de girtin û Karataş li malê destgîr kirin. Polîsên Tevgera Taybet serê sibehê bi ser mala Karataş de girtin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan kesên li malê li erdê dirêj kirin û piştre lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerîna malê Karataş binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Polîsan telefon, qerta hafizayê ya wênekêşê jî desteser kirin. Sedema destgîrkirina Karataş nehat zanîn.

Li gorî agahiyan, Karataş di çarçaveya lêpirsina Dozgeriya Komarê ya Erziromê de hatiye destgîrkirin.