Polîsan avêtin ser avahiya TUHAY-DER a Wanê

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan avêtin ser avahiya TUHAY-DER Şaxê Wanê û malên rêveberên komeleyê. Hevserok Seyfettîn Ertaş jî di nav de gelek rêveber hatin destgîrkirin.

Polîsan, bi ser malên rêveber û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxarên li Wanê (TUHAY-DER) de girtin. Hat diyar kirin ku polîsan bi ser malên Hevserokê TUHAY-DER’ê Seyfettîn Ertaş, rêveberê wê Kînyas Başak, Hevserokê komeleyê yê berê Onder Sogukbûlak û gelek kesan de girtine. Di serdegirtinên malan de 3 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.

Piştî serdegirtinên malan, polîsan avahiya TUHAY-DER’ê dorpêç kirin û di serdegirtina avahiyê de nêzî 3 saetan lêgerîn kirin.