Avêtin ser avahiya HDP’ê ya Êlihê: Hevserok destgîrkirin-NÛ BÛ

Piştî ku polîsan avêtin ser avahiya HDP’ê ya Êlihê û şûnde Hevserok Omer Kûtlû û Fatma Albay destgîrkirin.

Polîsan bi operasyonekê avêtin ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê. Weke hinceta serdegirtina 2 saetan dom kir, hate îdîakirin ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji derveyî avahiya partiyê hatiye dîtin.

Di dema lêgerînê de Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Mehemt Ruştû Tîryakî û Dr. Nejat Îpekyûz û parêzer jî amade bûn. Di dema lêgerîn dom dikir de, avahî û derdorî wê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Endam û rêveberên partiyê bendewariya wan a li ber derê avahiyê dewam dike.

Di dema lêgerîna li avahiyê de dest danîn ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hakî Karer û Sakîne Cansiz û dîsa hemû meteryalên dijîtal ên li avahiyê.

Piştî ku lêgerîn bi dawî bû û şûnde Hevserokên Êlihê Omer Kûtlû û Fatma Albay destgîrkirin.