Polîs taziyeya Aysel Doganê jî asteng dikin

Hat zanîn ku polîsên dor li mala endama Koma Aştiyê şehîd Aysel Doganê girtine, xwestine kursiyên li mala şînê hatine danîn bên rakirin û ji yên hatine serdanê re wiha gotine: ‘’Em bi dengê giriyê we aciz dibin.’’

Endama Koma Aştiyê ya 2’yan Aysel Dogana bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, 11‘ê Gulanê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê sirgûn dijiya li mala xwe şehîd bû. Cenazeyê Doganê yê 14‘ê Gulanê serê sibehê li Amedê hatibû pêşwazîkirin û ji bo birina bajarê wê Dersimê bi rê hatibû xistin lê li nuqteya kontrolê ya di têketina bajêr de karwan û wesayîta cenaze ji aliyê bi sedan polîsan ve hatibû rawestandin û bi gaza îsotê û guleyan êrîş hatibû kirin.

Polîsan wesayîta cenaze revandibû, ji girseyê bi dûr xistibû û biribû goristanê. Bi tu awayî nehatibû hiştin ku girse bikeve nav goristanê û bi tenê malbata Doganê ew defin kiribû.

Di êrîşa polîsan a roja Şemiyê de ji di navde parlamenter û rojnameger jî gelek kes birîndar bûbûn.

Hat zanîn ku polîs taziyeya Doganê jî asteng dikin. Hat ragihandin ku polîsên dor li mala Aysel Doganê girtine xwestiye kursiyên li mala şînê bihên rakirin û gotine: ‘’Negirîn, em bi dengê giriyê we aciz dibin.’’