Polîs nahêlin kes bê pêşiya Leyla Guven

Polîsên Tirk dor li girtîgeha Amedê girtine û nahêlin kes bê pêşiya Leyla Guven a hate berdan.

Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dadgehê îro biryara berdana Guven da. Polîsên Tirk ên dor li girtîgeha ku Guven lê ye girtine, nahêlin kes xwe nêz bikin.

Polîsan pêşî li kesên ku dixwazin biçin pêşiya Leyla Guven girtin û ji bilî keça wê Sabîha Temîzkan, nahêlin kes xwe nêzî girtîgehê bike.

Temîzkan li ser hesabê xwe yê medya civakî ev mesaj parve kir: "Ez li ber girtîgehê me. Tenê destûrê didin min û xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtinê hatine. Dor li girtîgehê hatiye girtin. Destûr nadin wekîlên HDP'ê jî ku bên pêşiya dayika min. Ez ê bi tenê dayika xwe pêşwazî bikim."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û wekîlên HDP'yî jî hatin ber girtîgehê. Destûr nayê dayin ku bikevin hundir.

Her wiha destûr ji rojnamevanan re nayê dayin ku ji nêz ve dîmen bikişînin.