'Planên serîtewandinê bi ser nakevin'

Endamê Meclîsa DBP’ê Süleyman Öztoprak diyar kir ku ligel 10 roj li ser bûyera revandina wan de derbas bûye, heta niha hê jî bûyer nehatiye zelalkirin û got: “Dewlet dixwaze kuştinan rewa bike.”

Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP’ê Süleyman Öztoprak û Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê Mehmet Kitir di 27’ê Sibatê de dema diçûn malê, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Kesên nasnameya wan nediyar, piştî rûpoş xistin serê Süleyman Öztoprak û Mehmet Kitir, destê wan li pişt wan kelepçe kirin û zêdetirî 5 saetan êşkence li wan kir. Endamê Meclîsa DBP’ê Süleyman Öztoprak diyar kir ku ku tevî 10 roj li ser bûyerê re derbas bûye hîna midûriyeta polîsan bûyer zelal nekiriye û anî ziman ku dewlet bi polîtîkaya xwe ya şer dixwaze veger salên 1990’an.

‘DIXWAZIN BÛYER TARÎ BIMÎNE’

Öztoprak da zanîn ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hatin revandin û 5 saetan êşkence li wan hate kirin: “Li Îdîrê dema ku em diçûn malê 3 wesayîtan pêşiya me qut kirin û der û dora me pêçan. Piştre destê me kelepçe kirin rûpoş xistin serê me. Destê me li pişt me kelepçe kirin. Em birin cihekî nediyar. Em birin nava zeviyeke nediyar. 5 saetan êşkence li me kirin. Pirs li ser pirsê ji me kirin. Em rastî tundî û lêdanê hatin. Piştre em bi wî halî li nava zeviyekê berdan. Li gel îşkence û revandinê 10 roj derbas bûn jî hîna derbarê bûyerê de ti agahiyên zelal tineye. Hemû saziyên dewletê yên midûriyeta polîsan li ser revandina me, bi me re hevdîtin kirin û lê belê heta niha ti tişt nehatiye zelalkirin. Bi piştevaniya HDP’ê me ji bo bûyer zelal bibe me serî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da û ji wan me daxwaza ronîkirina bûyerê kir. Dewlet dixwaze mijarê tarî bihêle û bi vê bûyerê rê li ber kuştinan vedikin.”

‘PLANÊN ÇOKDANÎNÊ BI SER NAKEVE’

Öztoprak anî ziman ku dewlet dixwaze gelên Kurd û siyasetmedarên wan li ber wan çokan deyne û wiha pê de çû: “Li çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd di nava têkoşîneke mezin de ye û li her aliyê welat berxwedan heye. Armanca sereke ya revandina min û hevalê min ev bû ku dixwestin em li ber wan çokan deynin û dest ji siyasete berdin. Ez endamê meclîsa DBP’ê me û demeke dirêj e ez li herêma Serhedê dixebitim. Dewlet dixwaze xebatên partiya me lewaz bike û bi hemû hêza xwe tên ser partiya me. Em jî weke dildar û xebatkarên vê partiyê em ê ti caran stûyê xwe xwar nekin û em ê heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bixebitin. Li ser vê doza heqîqetê me berdelên giran dane û em ê ala vê yekê jî heta serkeftinê bilind bikin. Gelek balkêş e em di roja şehadeta rêhevalê xwe û Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavuzer de hatin revandin, ev jî dewlet dixwaze çavên xebatkar û gelê me bitirsîne. Lê belê bi vê yekê dewlet wê negihêje miradê xwe û bi ser nekeve.”

‘DIXWAZIN VEGERIN SALÊN 1990’AN’

Öztoprak got ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên şer diwaze vegere salên 1990’an û wiha got: “Dîroka Tirkiyeyê dîrokek tarî ye û tê de gelek windakirin heye. Ez jî kesekî ji bajarê Êlihê me û li vê derê kuştinên nediyar gelek hebûn. Li vî bajarî ez bûme şahidê gelek windahiyên ku aqûbeta wan hê jî ne diyar e. Dewlet di şexsê me de dixwaze veger salên 1990’an û kuştinên ne diyar rewa bike. Bi vî awayî dixwaze rêya hemû xebatên me yên li herêma Serhedê bigire. Em jî li qadan in û em siyaseta demokratik dimeşînin. Di her alî de Serhed li ser lingan e û li dijî zilmê serî natewîne û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Em ji hemû caran xurttir û serkeftîtir in. Ti kes li pêşiya lêgerîna azadiyê nikare bibe asteng. Ev gel astengan nas nake û gelekî berxwedêr e.”