Plana AKP’ê ya li ser Iraqê, piştî Kerkûkê lîstikên li ser Mûsûlê

Dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên li ser siyaseta înkar û îmhaya Kurdan didomîne. Piştî lîstikên li Kerkûkê niha jî planên xwe yên li ser Mûsûlê dixe dewrê.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di sala 2003’an de bi pesendkirina DYE’yê bi navê ‘Îslama nerm’ ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe yên li ser herêmê bû desthilatdar. Erdogan heta sala 2011’an li gorî daxwaz û xwesteka DYE’yê tevgerîya. Di sala 2011’an de li Tûnûs, Misir û Lîbyayê gel li hemberî desthilatdaran serî hildan. Erdogan jî piştî sala 2013’an li Sûriyeyê piştgirî da çeteyên ku li dijî Kurdan şer dikirin û Erdogan armanca xwe ya dagirker eşkere kir. Lê DYE, Rûsya û Îran di serî de hêzên navneteweyî dîtin ku çete tên bikaranîn. Wan jî têkiliyên xwe li gorî vêya bi Tirkiyeyê re danîn. Her hêzêkê ji bo ku planên xwe pêk bîne Tirkiye bi kar anîn. DYE bi komên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê xwest planên xwe pêk bîne. Lê çeteyên Erdogan ên El Kaîde û DAÎŞ’ê piştî demekê DYE di serî de li ser welatên rojava bûn bela. Rûsya ji bo ku hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne û ji ser Sûriyeyê polîtîkaya xwe ya herêmê bidomîne, bi peymanên ligel Tirkiyeyê ji bo ku Sûriye têkeve destê rejîmê têkilî pê re danî. Îran jî ji bo ku li Iraq û Sûriyeyê bandora xwe zede bike, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re zêdetir kir. Erdogan bi têkiliyên bi van hêzan re, polîtîkaya înkar û îmhakirina Kurdan domand û nexwest Kurd tu heqên xwe bistînin. Pê re jî bo ku xwe bigihîne armanca xwe, ji ser çeteyan polîtîkaya şantajê meşand. Bi çeteyan gef li DYE û YE xwar.

Şoreşa gelan a li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê planên Erdogan xera kir. Bi xerabûna planên wî re, Erdogan dest bi dagirkirina Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê kir. Piştî sala 2016’an herêmên wekî Cerablûs, Bab, Ezaz û Exterînê dagir kir. Herî dawîn bi destûra Rûsyayê re kete Îdlîbê. Piştre êrîşî Efrînê kir. Di du mehên dawîn de gefê li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û hêzên xwe li ser sînor amade dike.

Hedefa Erdogan ne bi tenê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her çar parçeyên Kurdistanê ji xwe re kiriye hedef. Polîtîkayên xwe yên dagirkerî û îmhayê domand. Polîtîkaya xwe ya dagirkirina Rojava, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi hev re meşand. Bi êrîşên li ser Efrînê re herêma Bradostê ya Başûr dagir kir. Êrîşa li ser Bradostê îsal li ser Xakurkê û Heftanînê jî berfirehtir kir.

Piştgirî ji hêzên Başûrê Kurdistanê wergirt û ev êrîş pêk anî. Hêzên li Başûr bi zelalî diyar nekirin ku ew di nav êrîşan de ne. Lê her hêzekê bi peymanên nepen û veşartî, piştgirî dan van êrîşan. Ligel ku armanca Erdogan dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê û pûçkirina hemû destkeftiyên Kurdan be jî, hêzên Başûr nexwestin vî tiştî bibînin. Lê vê plana Erdogan bi gavên li Kerkûk û Mûsûlê diyar bû.

PIŞTÎ KERKÛKÊ LI MÛSÛLÊ JÎ GAVAN DIAVÊJE

Erdogan li ser Kerkûkê fikra xwe bi zelalî eşkere kiribû. Gelek caran got ku tu eleqeya Kurdan bi Kerkûkê tune. Li Kerkûkê jî ji ser ITC’ê planên qirêj pêk anî. Komeke çeteyan ava kir ku a ku meaş dida wan û ew li Enqereyê perwerde dikirin. Ev çete ketin rojeva YNK û hikumeta navendî jî.

Erdogan sûd ji nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê wergirt. Ji bo ku walîtiya Kerkûkê ne di destê YNK’ê de be PDK’ê hewl da. Ji ber vê jî du sal derbas bûye lê Walîyê Kerkûkê û meclîsa bajêr a Kerkûkê nayê hilbijartin. Erdogan Erşad Salîhî yê li ser ITC’ê xiste parlementoya Iraqê û hewl dide gelek biryarên ji bo Kurdan asteng bike.

Erdogan planên li ser Kerkûkê bi demê re şemitandin ser Mûsilê. Hêzên şerê taybet ên li Başîkayê li Mûsilê ji hin aliyan ve rêxistiniya xwe kirin. Çeteyên Waliyê berê yê Mûsilê Esil Nuceyfî ku Mûsil radestî DAÎŞ'ê kirî reviyayî Tirkiyê cem Erdogan bi hêzên şer ên Erdogan ên Başîkayê re tevgeriyan. Bi hev re tevgerîna vê hêz û koman li Mûsilê û derdora wê, tevgera DAÎŞ'ê û rêxistiniya wê li Iraqê tim di rojevê de hate hiştin. Li ser vê Îranê hewl da ku Heşdî Şebî li ser piyan bihêle, Erdogan jî bi komên girêdayî xwe ne tenê li Başûr li ser Iraqê jî xwest ku karîger be. Dema ku ev dixwest di ser Kerkûk û Mûsilê re hwl da ku komên siyasî û çete yên bi ser xwe ve jî xurt bike. Her wiha hewl da ku têkiliyên wiha deyne ku rêveberiya Iraqê û Başûr li der bihêle. Xwe ceriband ku kanên aborî yên Başûr bi têkiliyen kesên PDK'yî bixwe. Ji bo vê li derve bihêle jî li deriyên ku li Iraqê vedibin û Başûr bypass dikin fikirî. Tê zanîn, xebatên vekirina dêrî ya di ser Silopya re ya li qadên bi kontrola Iraqê, bi wê mebestê ye ku derbê li aboriya Başûr bixe.

Erdogan xwest ku van planên xwe di ser hin Erebên Sûnnî re bike ku bi navenda Mûsilê bûn û beriya niha bi DAÎŞ'ê re têkildar bûn. Erdogan dixwaze ku vê planên bi hin Erebên Sûnî yên mîna Esil Nuceyfî, Tarik Haşimî bike, ku di damezirîna DAÎŞ'ê de bûn. Serê van jî kesên mîna Usama Nuceyfî, Xemîs Xençer, Zafer El Elî dikişîne.

Erdogan dixwaze komên çekdar ên li Mûsil û derdora wê bi avaniyeke siyasî temam bike. Bi vê çarçoweyê ji bo ku partiyeke siyasî bi birayê Nuceyfî û serdema bihurî serokê parlamentoya Iraqê Usuma Nuceyfî bide vekirin di qada siyasî de xwest gavekê bavêje. Usuma Nuceyfî beriya bi çend rojan ragihand ku wî pêkhateyeke siyasî ava kiriye ya bi navê ''Partiya Eniya Rizgarî û Rabûnê''. Tê gotin navenda vê pêkhateyê Tarik Haşimî û Esil Nuceyfî ne ku li Enqerê ne.

Ev plan jî nîşan didin ku plana Erdogan ne tenê li ser Başûr e, hemû Iraq kiriye hedefa xwe.

Erebên Sûnnî yê yên ku Erdogan partî bi wan dayî ava kirin her wiha têkiliyên xwe bi PDK'ê û Mesûd Barzanî re jî baş in. Lîderên navborî serê çend mehan serdana Mesûd Barzanî dikin. Ev serdan ji hêla sazî û dezgehên çapemeniya PDK'ê ve ji bo raya giştî têne ragihandin.

PARTIYA KU AKP'Ê AVA KIRÎ DIBE KU ŞERÊ MEZHEBÎ BÎNE

Armanca vê pêkhateya ku Erdogan xwe spartiye PDK'ê û li Kerkûkê siyasetê dike ew e ku li Mûsilê jî karîger be, armanca dî ya taloke jî ew e ku ev partiya siyasî bi wê rîskê ye ku li Iraqê şerê mezhebî bîne û rûdaneke tiştekî wiha ji bo Iraqê tê maneya destpêka pirsgirêkên nû. Heke mirov lê bifikire ku şerê mezhebî wê bandoreke nebaş li Îranê bike, ev tê wê maneyê ku ev gav her wiha li dijî Îranê ye jî. Ango Erdogan li hêlekê li Sûriyê bi Îran û Rûsyayê re tevdigere, li Iraqê Îxvaniyan xurt dike, hewl dide ku li Şiîyan bixe û derbê li Îranê bixe.

Erdogan li Sûriyê, Îran, Iraqê, bi DYE û Rûsyayê re îmha û înkara Kurdan daye ber xwe. Ji bo armancen xwe pêk bîne daye pey polîtîkayên leşkerî, siyasî. Planên Erdogan wê çi qasî bi cih werin ev mijareke dî ye. Lê divê mirov bibîne ku polîtîkayên ku dike taloke ne.