PKK: Wezîfe niha li ser milê her kesî!

Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser berxwedana Efrînê û Newrozê daxuyanî da û got, "Ji bo demokrasî û azadiyê her çi wê were kirin, divê niha bê kirin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, sala 2631'ê ya Newrozê wê bibe sala berxwedan û serfiraziyê. PKK'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û got, "Gel û şervanên Efrînê erk û wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anîne. Niha wezîfe dikeve ser milê her kesî ku divê li her derê bi cih bîne."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:

"Em tevger û gel vê Newrozê ku cejna berxwedana dîrokî, yekîtî û azadiyê ye li dijî êrîşên dagirker ên faşîzma TC’ê ya qirker û mêtinger, bi geşkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê pêşwazî dikin. Newroza 2631'an dibe Newroza Berxwedana Efrînê. Li hemû eniyên berxwedanê gelê Efrînê û şervanên azadiyê ev 2 meh in lehengiya herî mezin a azadiyê ya dîrokê pêk tînin. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û hemû hêzên demokratîk ev 2 meh in ji bo ku Berxwedana Efrînê ya dîrokî destek dikin li ser piyan in û li meydanan in. Bi vê çarçoweyê her deverê dikine Efrîn, her rojê dikine berxwedan. Newroz vê salê bi Berxwedana Serdemê wateya xwe ya rastîn dibîne.

EM BERXWEDANA EFRÎNÊ SLAV DIKIN

Li ser vê zemînê, em Berxwedana Azadiyê ya Efrînê ya dîrokî ku her rojê dikine Newroz slav dikin, Newroza gelê me yê leheng ê Efrînê, fermandar û şervanên YPG-YPJ'ê û QSD'ê, hemû kesên ku ji bo berxwedana Efrînê derketine kolanan û destek dane slav pîroz dikin; hemû şehîdên Berxwedana Serdemê di şexsê Avesta Xabûr de bi hurmet û minet bi bîr tînin. Berxwedana Efrînê ya ku ev 2 meh in her roj bi ser dikeve, em bawer dikin dawiyê wê bi ser bikeve, bibe diyarkerê rastiya sedsala 21'ê û serketinê ji hemû berxwedêran re dixwazin. 

NEWROZA 2631'AN WÊ BIBE SALA BERXWEDAN Û SERFIRAZIYÊ

Li ser vî esasî di serî de li Rêber Abdullah Öcalan, Cejna Newrozê ya berxwedan, yekîtî û azadiyê li hemû gelê xwe yê welatparêz, li jinên ku hêza şoreşger a serdemê ye, li ciwanan û ya hemû gel û hêzên şoreşger-demokratîk pîroz dikin, di sala nû ya Newrozê de, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de serketinê dixwazin. Di serî de lehengên me yên neteweyî Mazlum Doğan û Mahsum Kormaz, em şehîdên mezin ên Newrozê Zekiye Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û Çiyageran, hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku em ê bîranînên wan timî geş bikin û di têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn û sala Newrozê ya 2631'ê wê bibe sala berxwedana herî mezin û watedar a sala serfiraziyê.

GORA DEHEQÊN SERDEMÊ TÊ KOLAN

Em şaş namînin ku faşîzma TC'ê ya ku bi sedan sal in qira gelê me tîne niha êrîşê bi ser Efrînê de dibe, Efrînê hildiweşîne û komkujiyan dike û bi tang, top û balafiran hewl dide ku Efrînê dagir bike û li ser bingehê qirker dixwaze Efrînê ji Kurdan vala bike. Ev hêz, bi sedan sal in li Amed, Serhed, Dersim, Botan, Mêrdînê, Meraşê, Colemêrgê çi kiribe, li Efrînê jî heman tiştî dike. Li gorî rastiya xwe ya faşîst, mêtinger û qirker tevdigere. Em bi vê bawer in û li ser vê zemînê bi sedan sal in bi dayina bi sedhezaran şehîdî li ber xwe didin. Niha gelê me yê Efrînê li ber xwe dide, gora Deheqên nû dikole. Hemû gelê me bi zelalî dibîne ku di sala nû ya Newrozê de wê berxwedana azadiyê geş bibe û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di dîrokê de têk biçe.

EFRÎN RASTIYA NIHA YA DINYAYÊ RADIXE BER ÇAVAN

Em dîktatoriya faşîst a qirker ku bi sedan sal in li ser bingehê şer û qirkirinê hişmendî û siyaseta faşîst kiriye bela, fêhm dikin, lê em fêhm nakin ku hêzên berdest ên cîhanê ku ji xwe re dibêjin demokratîk in çima ev çend li dijî vê faşîzmê bi bêhna fireh in. Ji ber ku faşîzma TC'ê ev du meh in bi balafir û topan li Efrînê gelê Efrînê dikuje û şefê faşîst Tayyip Erdoğan bi van kirinên xwe pesnê xwe dide. Bêguman bêyî pejirandin û desteka Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewropa, Rûsya, Îran û rêveberiya Esad dîktatoriya faşîst a AKP-MHP êrîşên di behsê de û kirinên qirker nikare bike û weke ku henekê xwe bi mirovahiyê bike nikare biaxive. Pir zelal e ku Berxwedana Efrînê rastiya cîhanê careke din bi zelalî nîşan dide û yên ku sûcê qirkirinê dikin û hevkarên vî sûcî  nîşan dide. Dema ku mirov li neynika Berxwedana Efrînê dinere, di destpêka sedsala 21'ê de, mirovahî ji azmûneke rastî derbas dibe. Em li vir tenê diyar dikin ku yên ku çavê xwe ji qirkirina Efrînê ya TC'ê re girtine, yên ku destek dane û bêdeng dimînin careke din li helwesta xwe binerin. Ji ber ku duh êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê çi bin, îro jî artêşa TC'ê Ii ser Efrînê heman tiştî dike.

ÇI WÊ WERE KIRIN DIVÊ NIHA BÊ KIRIN!   

Eşkere ye ku faşîzma TC a mêtinger-qirker ku îro êrîşî Efrînê dike, ne tenê gelê Efrînê, di şexsê wan de êrîşî tevahiya gelê Kurd, gelan, hêzên demokratîk û mirovahiyê dike. Lewma hemû hêzên ku ji bo parastina Efrînê îro li ber xwe didin, ne tenê ji bo parastin û azadiya Efrînê li ber xwe didin; di şexsê Efrînê de ji bo parastina gelemperiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê li ber xwe didin. Dixwazin Kurdistanê azad bikin, Rojhilata Navîn demokratîk bikin û bi vî rengî sedsala 21'ê bikin sedsala azadî û demokrasiyê. Hewl didin xewn û xeyala cîhaneke nû ya demokratîk û azad a li ser bingeha konfederalîzma demokratîk a Rêber Abdullah Öcalan pêk bînin. Rastiya berxwedan û azadiyê ya Newroza dîrokî, di serdema heyî de digihînin wateya xwe. Nîşanî her kesî didin ku eger Dehaqên nû yên cîhana zilmê hebin, li hemberî wê jî Kawayên Hemdem ên nû yên cîhana azadiyê hene.

Xuya ye ji berxwedaneke ewqasî mezin û watedar tenê îlham dikare bê girtin. Û eger wê helwesteke hevgirtî bê nîşandan, ev yek bi xwedîderketina li erk û berpirsyariyên dîrokî yên vê berxwedana mezin dibe. Gelê Efrînê û hêzê berxwedanê ku du meh in li dijî komkujî û êrîşa herî hov a dîrokê bi lehengî li ber xwe didin, erk û wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anîne. Niha wezîfe dikeve milê her kesî ku li her derê bi cih bînin. Ji bo azadî û demokrasiyê çi pêwîst be divê niha bê kirin. Dem hatiye ku mirovahî tev bi dirûşma 'Her der Efrîn e, her der berxwedan e' rabe ser piyan. Eger li Efrînê û gelemperiya Rojava berxwedana azadiyê bi rê û rêbazên nû daîmî û kûr bibe, di serî de Bakur û Başûr eger berxwedan li her çar aliyên Kurdistanê bê belav kirin, di serî de li Ewropayê eger li çar aliyên cîhanê destekeke xurt ji Berxwedana Serdemê re bê dayin, wê êrîşkariya faşîst-qirker bişikê û têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bi ser bikeve. Bi taybetî, Pêngava Şoreşê ya Bakur ku li ser vê bingehê bê destpêkirin, wê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya bûye belayê serê mirovahiyê hilweşîne û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike.   

Li ser vê bingehê em Berxwedana Serdemê ya Efrînê careke din silav dikin, Newrozê li Rêber Abdullah Öcalan, berxwedêrên Efrînê û her kesî pîroz dikin û ji hêz û kesên li ber êrîşkariya faşîst bêdeng in dibêjin, 'Bêdeng nemîne, wê dor were te' û bang li her kesî dikin ku dagirkeriya TC a faşîst bişikînin û di şexsê Efrîn a azad de li gelemperiya cîhanê azadiyê bi ser bixînin."