PKK: Salvegera 14’ê Tîrmehê ya 38’emîn wê ‘Sala Tolhildanê ya Helmet' be

PKK: Têkoşîna me ya sala 38’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bibe ‘Sala Tolhildanê ya Helmet’.

Komîteya Rêvebir a PKK’ê derbarê salvegera 37’emîn a berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî derbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Berxwedana Rojiya Mirinê hatibû destpekirin. Di salvegera 37’emîn de em Giyanê Berxwedan û Serfiraziyê ya 14’ê Tîrmehê silav dikin. Di şexsê afirînerên vê giyanê berxwedêr Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de em şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixin. Em ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ ya gelê Kurd û dostên wan pîroz dikin. Em diyar dikin ku di sala 38’emîn a berxwedanê de, wê gel û tevgera me xurttir şer bikin.

DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE GELÊ KURD BIRYARA JIYANA AZAD DAYE

Berxwedana mezin a zindanê ya ku bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hate destpêkirin, tarîtiya 12’ê Îlonê ronî kiriye û destnîşan kiriye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê têk neçe. Ji ber ku Berxwedana Zindanan a Mezin xeta azadiyê ya Apoyî ji xwe re kiriye esas û koletî û teslîmiyet red kiriye. Gelê Kurd biryara hebûn û jiyana azad daye û îrade, tarz, cesaret û fedakariya vî tiştî derxistiye holê. Bi gotina Rêber Abdullah Ocalan ‘Di warê temsîlkirina xeta partiyê û afirandina serfiraziyê de çalakiyeke xurt e.”

Wekî ku her kes baş dizane 37 sal in li Kurdistanê di bingeha hemû destkeftiyên li ser navê hebûn û azadiyê de Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Berxwedana Zindanan heye. Ji ber ku vê xetê berê xwe daye zindanan û bûye Pêngava Gerîlayan a di 15’ê Tebaxê de û bûye Şoreşa Vejînê ya Neteweyî. Xwe gihandiye jinan û Şoreşa Azadiyê ya Jinê daye destpêkirin. Li ser vî esasî li çar parçe Kurdistan û li derveyî welat, têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê şoreşa neteweya demokratîk û li Başûr jî destkeftiyên Kurdan, li Rojava jî şoreşa azadiyê derxistiye holê.

LI HEMBERÎ ÊRÎŞA TAYBET A FAŞÎZMA AKP Û MHP’Ê BERXWEDANEKE QEHREMANÎ

Di salvegera 37’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, li hemberî şerê taybet ê faşîzma AKP û MHP’ê tevgera me ya azadiyê û gelê me li ser xetekê berxwedaneke qehremanî kirine. Bi taybet Greva Birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, Giyanê Berxwedan û Serfiraziyê yê 14’ê Tîrmehê zindîtir bûye.

Vê berxwedana mezin bi xwîna rêhevalên me yên endamên Komîteya Navendî Delal, Zekî, Atakan, Armanc, Dogan, Çetîn, Rûbar û Helmet jî di nav de bi xwîna sedan hevalên me hatiye meşandinb. Di encamê de deriyên Îmraliyê hatiye vekirin û derbeke giran li faşîzmê hatiye xistin. Bandora mezin a geşedanên siyasî ya berxwedana me ya 37’emîn wê di geşedanên siyasî de bêtir were dîtin.

Îro dema ku em salvegera 37’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê dijîn, giyanê berxwedan û serfiraziyê ji her demê zindîtir e.Li ser vî ruh, biryardarî û xetê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat têkoşîna me didome. Dema ku dîktatoriya Erdogan û Bahçelî bi qetlîaman dixwaze li ser pêyan bimîne, tevgera me ya azadiyê tevî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi mirovayetiya demokratîk re tifaqê ava dike li hemberî tecrîd û faşîzmê, têkoşîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bi biryardariyeke mezin didomîne. Bi pêşengiya fermandarên nemir Helmet û Dogan Serhat ji Qendîlê heta Dêrsimê û ji Xakurkê heta Serhedê derbên giran li artêşa dagirker û sîxuran tê xistin. Ciwan û jinên Kurd bi têkoşîna jiyana azad ji hemû kesan re dibin mînak û hêvî.

SALA 37'AN A BERXWEDANÊ WÊ BIBE SALA TOLHILDANÊ YA HELMET

Faşîzma mêtinger qirker a Bahçelî-Erdogan endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hevrê Helmet bi nemerdî qetilkirin, bi vê ji wan weye ku wê me biqutifînin û gelê me bitirsînin. Lê bi çalakiyên tolhildanê yên gerîlayên me yên qehreman ku zêde bûne, bi rengekî xurt xwedîlêderketinê ya gelê me û hemû raya giştî ya şoreşger-demokratîk, bi hêrs û kîna rabûyî derkete holê ku şaş kirine. Têkoşîna sala 38'an a Berxwedana Dîrokî ya 14'ê Tîrmehê, wê bi fermandariya Şehîdê me yê Mezin hevrê Helmet were dayin û sala berxwedana 38'î wê bibe ''Sala Tolhildana Helmet''

Li ser vê bingehê em carek dî ''Roja Rûmeta Neteweyî'' ya gelê me pîroz dikin, em şehîdên me yê Berxwedana 14'ê Tîrmehê û şehîdê mezin ê salvegera 37'an a vê berxwedanê Hevrê Helmet careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin, di serî de ciwan û jin, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku li dijî hişmendî û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker têkoşîna azadî û demokrasiyê li her qadê bi rêbazên afirîner zêdetir berfireh bikin û em bang dkin ku sala 38'an a berxwedanê bi mîsogerî bi ser bikevin!''