PKK: Sala 43'an wê bibe sala têkoşîneke mezin û destketiyan

"Sala 43'an a PKK'ê wê bibe sala têkoşîneke mezin ku faşîzma AKP-MHP hildiweşîne, sîstema tecrîd û êşkenceyê têk dibe û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk tîne. Wê bibe sala destketiyan."

Komîteya Navendî ya PKK'ê di daxuyaniya xwe de bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî pêngava berxwedanê ya 'Dema Azadiyê' bibin û berxwedana antîfaşîst li her qadê belav bikin, mezin bikin.

Daxuyaniya PKK'ê wiha ye:

"Em; gel û tevger di salvegera 42'an a damezrandina fermî ya PKK'ê de ne. Di 27'ê Mijdarê de partiya me PKK 42 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala 43'an. Bi vê wesîleyê em 27'ê Mijdarê Roja Avabûna Partiyê, Cejna Vejîna Neteweyî li Rêber Apo, hevrêyên xwe hemûyan, gelê me yê welatparêz û dostên şoreşger û demokrat pîroz dikin û di sala 43'an a partî û têkoşînê de serketinê dixwazin. Di şexsê şehîdê me yê yekemîn ê mezin hevrê Karer û şehîdên me yên sala 42'an hevrê Kasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Amara Batman û Yilmaz Dersim de şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe ya ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dikin.

Eşkere ye ku me; partî û gel di sala 42'an de têkoşîneke mezin meşand û gelek şehîdên giranbuha dan. Yek ji şehîdên me yên herî dawî Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Qada Dersimê yê HPG'ê hevrê Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) bû ku 10'ê Mijdarê li Dersimê di şerê dijî artêşa Tirk a faşîst de şehîd bû. Hevrê Yilmaz Dersim di çaryeka sedsalê de li nava refên gerîla ji bo azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê bi rengekî lehengî şer kir, milîtanekî Apoyî bû. Piraniya jiyana xwe ya şoreşgerî li çiyayên Dersimê bi şerê gerîla derbas kir û bû ruhê Seyîd Riza û Elîşêran. Ji bo tola qirkirina Dersimê hilîne şerekî mezin û serketî meşand. Di salvegera 83'an a darvekirina berxwedêrên Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî de, di encama êrişeke faşîst-qirker de şehîd bû. Bi vê wesîleyê em ewladê leheng ê Dersimê, şagirtê hêja yê Rêber Apo, hevrêyê Mazlûm û Sarayan, hevrê Yilmaz Dersim bi rêz û minet bi bîr tînin û dibêjin ku em ê tola wî hilînin, armancên wî bi ser bixînin.

Di heman demê de em di pêvajoya 25'ê Mijdarê de ne ku 'Roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê ye'. Li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê jin li dijî zîhniyet û siyaseta bi serweriya mêr, li dijî destavêtin, destdirêjî û komkujiya li jinan têdikoşin. Bi jineolojiya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, bi navê partiyê em vê berxwedana azadiyê silav dikin, vê yekê bi şoreşa azadiyê ya jinê re dikin yek û ji bo serketina wê têdikoşin. Em têkoşîna li dijî siyaset û zîhniyeta bi serweriya mêr weke têkoşîna herî şoreşger û azadîparêz dibînin, ji bo vê têkoşîna ku xwe dispêre cihêrengî û azadiya li nava civakê li her qadê pêk bînin, bi hemû hêza xwe hewl didin. Em pê bawer in ku di vê 25'ê Mijdarê de wê têkoşîna li dijî tundiya dewletê û mêr ê serdest xurtir bibe û serketinê ji jinên ji bo azadiyê têdikoşin re hêvî dikin.

Eşkere ye ku rastiya Rêbertî û PKK, di sala 42'an a partiyê de bûn hedefa êrişa tasfiye û tunekirinê ku bi pêşengiya DYE'yê bi tifaqa DYE-dewleta Tirk-PDK'ê bi rengekî plankirî hate meşandin. Ev êrişa navborî ku weke nûkirina komploya navneteweyî hate meşandin, xwest ku li Bakur îmhayê bike, li Rojava û Başûr jî dagirkeriyê bike. Bi vê êrişa faşîst-qirker a topyekûn ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê kiriye navenda xwe, xwestin ku rastiay Rêber Apo û PKK'ê bêbandor bikin û ji holê rakin. Li ser vê bingehê hate xwestin ku Kurdîtiya azad bê tunekirin, êrişa qirkirina Kurdan ku sed sal in bi rengekî plankirî tê meşandin, bi ser bixin. Ji bo vê jî her cûre amûrên êrişê hatin bikaranîn, bi rengê herî berfireh tifaq hatin kirin, di çarçoveya sûcê dijî mirovahiyê de her cûre êrişên hovane, zext, zilm û komkujî hatin kirin.

Li hemberî van êrîşên faşîst û qirker, di serî de Rêber Apo partiya me, hêzên me yên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, gelê me û dostên me li ser esasê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi qehremanî li ber xwe dane, ev êrîşên faşîst û qirker şikandine, planên înkar û îmhayê xera kirine. Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya hêzên me yên gerîla, derbên giran li êrîşkariya faşîst û qirker daye, ji bo wergirtina encamê roleke pêşeng bi cih aniye. Di 12'ê Îlonê de Konseya Rêveber a KCK'ê dest bi pêngava berxwedanê ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' kiriye û bi destpêkirina vê pêngavê re hêzên me yên gerîla yên qehreman bi berxwedana Cenga Heftanînê kirine armanc ku faşîzma AKP û MHP'ê hilweşîne, pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliye parçe bike û mirovayetiyê ji terora faşîst rizgar bike. Vê pêngava me ya 'Dema azadiyê ye' ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê, ji aliyê gelê me yê li derveyî welat û hêzên me yên şoreşger û demokratîk hatiye qebûlkirin. Vê pêngava me ji xwe re kiriye hedef ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne, li ser vî esasî Kurdistanê azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bike.

Tevger û gelê me, em bi pêngava berxwedanê ya wisa dikevin sala 43’an a têkoşîna PKK'ê. Ji bo pêşîlêgirtina pêngava me tifaqa DYE, dewleta Tirk û PDK'ê êrîşa bi navê 'Peymana Şengalê' aniye rojevê û hewl dide hêzên çekdar ên PDK'ê bişîne ser gerîlayên me. Bi provokasyoneke wisa û bi bikaranîna hêzên PDK'ê dixwazin pêşiya pêngava me ya 'Dema Azadiyê' were girtin, faşîzma AKP û MHP'ê ji hilweşandinê were rizgarkirin û temenê wê were dirêjkirin. Lê gelekî zelal e ku ev provokasyon û hewldan vala ne û wê negihêjin encamê. Ji ber ku pêngava me ji aliyê gelê me yê welatparêz, hêzên şoreşger û demokratîk hatiye qebûlkirin, di serî de çalakiyê hêzên me yên li çiyayan û yên li bajaran, rêxistinên me yên jin û ciwanan, gelê me û dostên me ji bo serfiraziya pêngavê ketine nav çalakiyan.

Bi pêngava berxwedanê ya şoreşger a di sala 43'an a avabûna fermî ya PKK'ê de teqez e ku wê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin û biçe ser sergoyê dîrokê. Dîktatoriya faşîst a AKP û MHP'ê ya ku ji civak û mutefîkên xwe tecrîd bû, di hundir de jî dirize. Bi encama hilbijartina li DYE’yê re êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku hildiweşe. Bi çalakiyên gel û dostên me yên şoreşger û demokratîk wê ev hilweşandin kûr bibe û sala 43'an a PKK'ê wê bibe sala ku faşîzma AKP û MHP’ê hildiweşe, pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê hatiye şikandin, li parçeyên din ên Kurdistanê jî dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bûye.

Li ser vî esasî em careke din a Rêber Apo û ya hemû hevrêyên partiyê, Cejna Partiyê ya gel û dostên xwe pîroz dikin. Ji bo ku sala 43'an a PKK’ê bibe sala hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê, sala şikandina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, sala ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest xistiye, Kurdistan azad bûye, Tirkiye û Rojhilata Navîn ketiye ser rêya demokratîkbûnê, em bang li her kesî dikin ku tevlî nava pêngava berxwedanê ya 'Dema Azadiyê' bibin, berxwedanê li her derê belav bikin û berxwedanê geş bikin."