'Komkujiya Parîsê hat ronîkirin, hesab wê ji kujeran bê pirsîn'

Komîteya Rêveber a PKK'ê, sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin bi bîr anî. PKK'ê destnîşan kir ku komkujî hatiye ronîkirin û wê hesab ji kujeran bê pirsîn.

Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ve hatine kuştin û hikumeta Fransayê jî tevî ku haya xwe ji vê hebû, dosya girtiye.

Di daxuyaniya PKK'ê de hat ragihandin, fermana vê komkujiyê ji aliyê Erdogan ve hatiye dayin û hesabê vê wê teqez bê pirsîn.

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat gotin, "Ji kadroyên damezrîner ên partiya me, delegeya jin a kongreya me ya destpêkê ya damerandinê û endama Komîteya Navendî ya PKK'ê hevrê Sara (Sakîne Cansiz), milîtanên hêja yên partiya me hevrê Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê bi rengekî namerdî şehîd hatin xistin. Di ser şehadeta wan re pênc sal derbas bûn. Di salvegera pêncemîn a şehadeta wan de em şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin. Ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ya bi namerdî hate kirin, em her kesên ku ev pênc sal in têdikoşin silav dikin."

PKK'ê bi bîr xist ku demeke kin piştî komkujiyê kujer Omer Guney ji aliyê polîsên Fransayê ve hate girtin û bi salan li girtîgehên Fransayê ma. PKK'ê diyar kir ku tevî vê yekê jî kujer Omer Guney ji aliyê dadgeriya Fransayê ve nehatiye darizandin.

PKK'ê diyar kir, li girtîgehê tespît bû ku kujer Omer Guney endamê rêxistina îstîxbarata Tirk MÎT'ê ye, wezîfeya komkujiyê ji aliyê MÎT'ê ve jê re hatiye dayin û MÎT'ê xwestiye wî ji girtîgehê birevîne, lê tevî vê yekê jî tedbîreke cidî nehatiye girtin û li pêşberî edaletê nehatiye darizandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herî dawî bi gotina 'li girtîgehê miriye' dawî li pêvajoya lêpirsîn û darizandinê hatiye anîn.

'ERDOGAN FERMAN DA HAKAN FÎDAN, HAKAN FÎDAN JÎ FERMAN DA OMER GUNEY'

Komîteya Rêveber a PKK'ê  wiha dewam kir: "Tevî ku kujer Omer Guney girtî bû, tevî ku îspat bû ku fermana komkujiyê ji aliyê MÎT a bi serokatiya Hakan Fîdan jê re hatiye dayin, tevî ku zelal bû, fermana kuştinê ji aliyê hikumeta TC a bi serokatiya Tayyîp Erdogan ji Hakan Fîdan re hatiye dayin, tevî ku ji daxuyaniyên Tayyîp Erdogan, Mehmet Alî Şahîn û Huseyîn Çelîk ên piştî bûyerê eşkere bû ku haya wan ji biryara komkujiyê heye jî, dadgeriya Fransayê ji bo girtina sûcdaran û darizandinê qet hewl neda û hikumeta Fransayê jî piştî bûyerê têkiliyên xwe yên baş bi Hikumeta TC û Rêveberiya Tayyîp Erdogan re dewam kir."

'FRANSA HEVKARIYA XWE VEDIŞÊRE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bûyera endamên MÎT'ê yên hatin girtin û lêpirsîn, ku ji aliyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ve hate eşkerekirin, bi delîlên şênber raxist pêş çavan ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ya bi rêveberiya Hakan Fîdan ve bi fermana hikumeta TC a bi serokatiya Tayyîp Erdogan hatiye kirin. Tevî van delîl û agahiyan jî hikumet û dadgeriya Fransayê helwesta xwe ya berê didomînin û di salvegera pêncemîn a komkujiyê de berpirsyarê komkujiyê Tayyîp Erdogan dawetî Parîsê dikin û hevdîtinên fermî pê re dikin. Eşkere ye ku ev yek tê wê wateyê ku henekê xwe bi aştî, maf û rastiya edaletê dike. Hikumeta Fransayê bi helwesta xwe ya heyî re hevkariya xwe ya sûcê komkujî û dijberiya li Kurdan vedişêre. Ev helwesta ku hikumet û dadgerî pênc sal in nîşan dide, wê mîna ewrekî tarî li ser dîrok û edaleta Fransayê be.

Êrîşa faşîst a hovane ku beriya niha bi pênc salan li navenda Parîsê li dijî hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hate kirin, eşkere ye ku komkujiyeke namerdî ya li dijî hebûn û azadiya Kurdan e, li dijî tevgera azadiya jinê ye. Rêber Apo destnîşan kir ku komkujiya navborî dewama komploya navneteweyî ye. Bi vê komkujiyê re xwestin tevgera me ya azadiyê û partiya me PKK'ê tasfiye bikin. Destpêka plana hikumeta Tayyîp Erdogan a faşîst e ku li dijî rêveberiya me amade kir.

'HÊVIYA RÊVEBERIYA ERDOGAN DI BER DE MA'

Lê belê pênc salên bihurî nîşan dan ku hêviya rêveberiya Tayyîp Erdogan di ber de maye. Kuştina hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî nebû destpêka tasfiyeya tevgera me ya azadiyê. Berevajî; rê li ber wê yekê vekir ku tevgera me ya li ser bingeha xwedîderketian li şehîdan têkoşîneke xurt dide, li qada navneteweyî hê bêhtir bê naskirin, bibe xwedî dost û ji her alî ve mezin bibe, xurt bibe. Tevgera me û gelê me, bi taybetî jî jin û ciwanên Kurd û dostên Kurd ên li ser şopa hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî meşiyan, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîna me ya azadiyê mezin kirin. Gerîlayên Kurdistanê yên leheng jî bi çalakiyên bersivdanê qat bi qat hesab pirsîn. Ya ku piştî pênc salan gihîşt ber hilweşînê tevgera me ya azadiyê nîne, ya ku li ber hilweşînê ye faşîzma AKP-MHP a kujer e.

'HESAB WÊ JI KUJERÊN FAŞÎST BÊ PIRSÎN'

Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê û têkoşîna li dijî komkujiyê dikeve sala şeşan. Bi destpêkirina sala şeşan re rêveberiya me komkujî ronî kir û di vê der barê de agahî da raya giştî. Kujerên faşîst êdî zelal û li pêş çavan e ku bi ti maskeyê nikarin xwe binixumînin û li benda kêliya dayina hesab in. Weke tevger û gel dil dixwest ku edaleta Fransayê bi cih were anîn û dadgeriya Fransayê cezayê heq dike li kujerên faşîst bibre. Mixabin me dît ku heta niha ev yek nehatiye kirin û hêviya me nîne ku ji niha û pê ve bê kirin. Lê belê edaleta Fransayê nexebite jî, edaleta Kurdan û wijdanê mirovahiyê wê bi cih bîne. Lewma, wê ji kujerên faşîst teqez hesab bê pirsîn. Pênc sal in ev hesab tê pirsîn, di sala şeşan de wê li ser bingeha hilweşandina rejîma faşîst a kujer bidome. Faşîzma AKP-MHP'ê wê bê hilweşandin, Tirkiye demokratîk bibe, Kurdistan azad bibe û bi vî rengî tola şehîdên me yên leheng werin hilanîn.

Bila hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî xweş razên. Ala azadiyê ku wan bi şeref hildan, di destê Sara, Rojbîn û Ronahiyan de ye û wê her li ba be. Tespîta 'Azadiya jinê têkoşîna Sakîne ye' ya Rêber Abdullah Ocalan, pîvaneke bingehîn a azadiyê ye ku li ber hemû jinan e. Tevgera me û gelê me, jin û ciwanên Kurd, hêzên şoreşger û demokratîk bi biryar in ku heta serxistina armancên Sarayan têkoşîna azadî û demokrasiyê bidomînin. Li ser vê bingehê, têkoşîna hesabpirsîna ji kujeran û şermezarkirina komkujiya Parîsê, di salvegera pêncemîn de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi xurtî dewam dike. Bi taybetî, gelekî girîng e ku çalakiya şermezarkirinê ya li cihê komkujiyê, bi rengekî xurt û girseyî were kirin.

Li ser vê bingehê, bi destpêkirina sala şeşemîn a komkujiya Parîsê re em Rêveberiya Fransayê ji ber helwesta wê ya li pêşberî komkujiyê şermezar dikin, şehîdên xwe yên hêja hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, jin û ciwanan, hemû hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku komkujiya Parîsê şermezar bikin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîna demokrasî û azadiyê li her qadê bi xurtî geş bikin."