'PKK ji bo azadiya hemû neteweyan têdikoşe'

Gerîlayên ku bi eslê xwe Ereb in, diyar kirin ku ew ji bo azadiya Kurdistan û tevahî mirovahiyê tevlî nava refên gerîla bûne û gotin: “Em ê heta dawiyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bijîn û em ê dest jê neberdin.”

Li çiyayên Kurdistanê ji bo têk birina faşîzm û dagirkeriyê şerekî dîrokî tê meşandin. Di vê şerê de ji gelek netewan şoreşger ji bo pêk anîna erkên demê, berê xwe didin çiyayan. Yê herî zêde divê şerê de bi rola xwe ya dîrokî radibin, ji gelên Rojhilata Navîn yên qedîm milletê Ereb in. Gerîlayên ku bi eslê xwe ji netewa Ereb in, Ebû Leyla û Ezîz Ereb têkildarî tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ji ANF’ê re axivîn.

‘EZ JI BO MIROVAHIYÊ TEVLÎ PKK’Ê BÛM’

Yek ji ciwanên Ereb Ebû Leyla diyar kir ku tevlîbûna wî li ser esasê azadiya welatê Kurdistanê û ji bo mirovahiyê ye û wiha got: “Em li dijî êrîşên li hemberî welatê xwe tevlî PKK’ê bûn. PKK ji bo giştî gelan e, yê ku dixwazin ji bo welatê xwe şer bikin divê tevlî PKK’ê bibin. Em li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo û şehîdan tevlî partiyê bûne.”

‘PKK JI BO AZADIYA GIŞTÎ NETEWEYAN ŞER DIKE’

Gerîla Ebû Leyla di axaftina xwe de bal kişand ser  taybetmendiyê PKK’ê yê navneteweyî û ev tişt got: “Ez bang li hemû netewan dikim ku bi PKK’ê re bibin yek. PKK ne ji bo neteweyekî ye. PKK, ji bo azadiya giştî netewan tekoşîn û şer dike. Bi taybetî ji bo ciwanên Ereb bang dikim ku beşdarî nava vê şoreşê bibin ji ber ku ev şoreş şoreşa ji bo azadiyê ye.

Ji bo ciwanên Kurd jî bang dikim her çiqas li ser hemû gelan îro êrîşekî heye lê wekî netewa Kurd her tiştê gelê Kurd ji gelê Kurd hatiye standin û şerê herî giran îro li ser gelê Kurd e. Ev dewletên ku êrîş dikin pir bi awayekî bê wijdan û hovane êrîşê gelan dikin. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku werin di nava refên azadiyê de li hemberî van êrîşan şer bikin.”

‘RÊBER APO RÊBERÊ GIŞTÎ GELAN E’

Gerîlayê bi navê Ezîz Ereb jî ragihand ku ew li ser esasê fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nava refên azadiyê bûn û wiha domand: “Beriya em tevlî partiyê bibin naskirinekî me yê pir mezin tinebû. Lê piştî em tevlî bûn, me fêm kir ku sînorên PKK’ê çiqas berfireh in. Piştî em tevlî PKK’ê bûn em di nava jiyana PKK’ê de ferî pir tiştên baş bûn ku me berê van tiştan di jiyana xwe de nas nekiribû.

Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo tevahî gerdûnê, ol, netew û gelan e. Rêber Apo ne tenê wekî Rêberekî Kurd ji bo giştî netewan e, divê herkes di nava vê fikrê de cihê xwe bigire. Di nava jiyana PKK’ê de em di fikrê Rêber Apo de hîn bêhtir kûr bûn û ketin ferqa xwe de. Em berî çawa bûn, niha çawa ne, me baştir fêm kir.”

Gerîla Ezîz Ereb destnîşan kir ku jiyana gerîla û hevaltiya ku di nava wê jiyanê de, pir cuda û mezin e û got: “Jiyaneke şoreşgerî ye, dema tu di nava PKK’ê de dijî tu dizanî ku tu şoreşgerî. Wekî hevalên Ereb bi heskirin û xwestekekî mezin em tevlî PKK’ê bûn û em jî bûn gerîlayên Ereb.”

BERXWEDANIYA BÊ HEMPA: ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA

Gerîla Ezîz Ereb qala şerê heyî û helwesta gelê Ereb a li hember wê kir û ev tişt gotin: “Ev berxwedaniya li Zap, Avaşîn û Metînayê û her wiha li hemû deverên Kurdistanê tê meşandin, 9 meh li pey xwe hişt. Berxwedaniya ku niha li wan deveran tê raberkirin, berxwedaniyek bê hempa û mezin e. Di nava ti artêşan de û ti hêzan de berxwedaniyekî wisa ne hatiye dîtin û nehatiye meşandin’’.

‘SEROKATÎ ME DI NAVA QADÊN TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ HÎS DIKE’

Gerîla Ezîz Ereb bal kişand ser girîngiya tevlîbûna nav refên gerîla û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî hevalên Ereb em li çiya kêm in, bi taybet hevalên jin kêm in. Ez bang dikim hemû berê xwe bidin qadên çiya. Hevaltiya ku îro li van qadan tê jiyîn, hevaltiyekî pir mezin û dirûst e. Rêberê me 24 sal di ser de derbas bûye di nava çar dîwaran de ye. Dibe ku agahiyên me jê nîne ango agahiyên wî ji me nîne. Lê îro Serokatî me di nava qadên tekoşîn û berxwedanê de, hîs dike. Ez silavê xwe ji bo Rêber Apo dişînim. Em ê li ser fikir û felsefeya ku em niha dijîn û heta dawiyê jî li ser vê berdewam bikin. Ti carî jî em ê teslîm nebin û dest jê bernedin.”