PKK: Gavên berfirehkirina NATO’yê îlana dijminatiya gelê Kurd e

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê diyar kir ku gavên berfirehkirinê ya NATO’yê, îlana dijminatiya li dijî gelê Kurd e û got: “Li dinyayê tu hêz nikare vî gelî têk bibe.”

Tirkiyeyê dest ji dijberiya Swêd û Fînlandiyayê ya ketina nav NATO’yê berda. Piştî hevdîtina Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jen Stoltenberg, Seroka Swêdê Magdalena Andersson û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan peymana lihevkirinê hat îmzekirin. Piştî hevdîtina roja duşemê ya bi Serokê NATO’yê ya li Brukselê, Serokwezîra Swêdê got: "Zagonên me yên terorê di 30 salên dawî de ji guhetinên mezin re derbas dibe. Her wiha ji bo ku tevlêbûna nava rêxistina terorê weke sûc bê dîtin wê di Destûra Bingehîn de guherîn bê çêkirin." 

Daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê "Ji gel, jin û mirovahiya pêşketî re" wiha ye:

"Ev rastiya ku NATO destkeftî, nirx, azadî û têkoşîna gelê Kurd ji bo gavên xwe yên berfirehkirinê bi kar tîne, bi yek gotinê îlana dijminatiya gelê Kurd e.

Fînlandiya û Swêd ku wekî nûnerên "demokrasiyê" hatin nîşandan bi dewleta Tirk a herî faşîst, qetlîamker û dijminê demokrasiyê re di 28'ê Hezîranê de li paytexta Spanya Madrîdê li ser polîtîkaya faşîst li hev kirin. ev yek durûtî û qirêjiya wan raxist ber çavan. Rastiya rûyê sîstema ‘demokrasiyê' ya rojava di her alî de derket holê û deşîfre bû. Biryara piştgiriya bi Kurdan re ya di kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de hat dayîn vala derxistin û nîşanî her kesî dan ku ew dikarin ji bo berjewendiyên xwe her tiştî nîqaş bikin. Ev jî ji bo endamên wê yên ku jê bawer dikin û li civaka Swêdê neheqiyeke mezin e.

Peymana di civîna Madrîdê ya NATO’yê li ser wê hat lihevkirin tê wateya xwedîderketina li qetlîam û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a bi sedan salan a li dijî gelê Kurd birêve dibe. Îro gelê Kurd, li ser dewleta faşîst a Tirk ku bi Peymana Lozanê Kurdistan kir mêtingeh û li ser axa wê bi xwe înkar, îmha û qirkirin li ser gelê Kurd ferz kir, bi hişmendî û rêxistinbûna xwe ya siyasî ya bilind, demokrasiyê ferz dike. Tu hêza dinyayê wê nekaribe vî gelî têk bibe. Dewleta faşîst a Tirk nikare pêşiya têkçûna xwe ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire, lewma difikire ku bi piştevaniya navneteweyî qirkirinê pêk bîne.

NATO ji sala 1985’an û vir ve her cure piştgirî dide Komara Tirkiyeyê. Tevî vê yekê têkoşîna azadiya Kurd îro gihîştiye lûtkeya dîrokî. Li her derê cîhanê bi taybetî li Swêd û Fînlandiyayê bi sed mîlyonan dostên gelê Kurd hene. Gelê Kurd bi dostên xwe re wê li hemberî kesên ku destûra qirkirinê dane dewleta faşîst a Tirk têkoşîna demokrasiyê û aştiyê blindtir bike."