PKK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

PKK: Weke ku tê zanîn, beriya 42 salan her tiştên bi navê partiyê û berxwedanê li Kurdistanê pêk hatin, ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer pêk hatin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, 'Jiyana rast, rastiya şehîdan e'.

Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK'ê de hate gotin: "Em; gelê Kurd û Tevgera Azadiyê di salvegera 43'an a Roja Şehîdan û Meha Şehîdan de ne. Şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wî digot 'mîna ruhê min ê veşartî ye', 18'ê Gulana 1977'an li Dîlokê ji aliyê kontrgerîla ya TC ve bi namerdî hate qetilkirin. Di nava 42 salan de her tiştên bi navê azadiyê li Kurdistanê hatin kirin, li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna Hakî Karer re bûn. Di salvegera 42'an de em şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer û di şexsê wî de şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi hezkirin, rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em dibêjin, di sala 43'an de em ê armancên wan bi ser bixînin û di nava têkoşîna xwe de bi xurtî xwedî li bîranînên wan derkevin.

18'ê Gulanê di heman demê de salvegera qetilkirina yek ji pêşengên berxwedana şoreşgerî ya li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê Îbrahîm Kaypakkaya ye, ku li Amedê bi êşkenceyê hate qetilkirin. Di salvegera 46'an de em pêşengê TKP-ML'ê Îbrahîm Kaypakkaya û di şexsê wî de şehîdên şoreşa Tirkiyeyê hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Di Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de em xwedî li bîranîna wan derdikevin û armancên wan di têkoşîna xwe ya şoreşa yekbûyî de bi ser dixînin.

Em baş pê zanin, Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bîranîna pêşengên mezin ên şoreşger Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya dest pê kiriye û ji bo bîranîna şoreşgerê enternasyonalîst ê mezin Hakî Karer bi rêxistin bûye. Li ser bingeha xwedîderketina li bîranîna Hakî Karer, meha Gulanê meheke ku berxwedan û şehîdên mezin lê hatine dayin. Di salvegera yekemîn a şehadeta hevrê Hakî Karer de, 19'ê Gulana 1978'an li Hîlwanê, pêvajoya ku bi şehadeta hevrê Halîl Çavgûn dest pê kir, li zindanan, çiyê û serhildanan domiya û heta vê serdemê hat.

Li ser vê bingehê em pêşengê gel û ciwanên Hîlwanê hevrê Halîl Çavgûn di salvegera 41'ê ya şehadeta wî de, 34 hevrêyên bi peşengiya hevrê Salîh, Hêlîn û Ozan 16'ê Gulana 1997'an li Hewlêrê şehîd bûn di salvegera 22'an a şehadeta wan de,  şehîdên zindanê yên 17'ê Gulana 1982'an Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn di salvegera 37'an a şehadeta wan de, fermandarê gerîla Sabrî Gozubuyuk ê 21'ê Gulana 1985'an li navçeya Heweng a Rihayê şehîd bû, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê hevrê Ahmet Kesîp ê 25'ê Gulana 1988'an li Şemzînanê şehîd bû, fedayiyên Kayseriyê hevrê Êrîş û Andok ên 25'ê Gulana 2002'an de şehîd bûn, di şexsê wan de şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin. Em bang li hevrêyên xwe, gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku rastiya şehîdan rast fêhm bikin, di meha Gulanê de ji bo şehîdên leheng çalakiyên bîranînê pêk bînin û ji bo bîranîna şehîdên me bi xurtî tevlî pêngava azadiyê bibin.

'PARTIYA ME PKK LI SER XETA ŞEHÎDAN E'

Weke ku tê zanîn, beriya 42 salan her tiştên bi navê partiyê û berxwedanê li Kurdistanê pêk hatin, ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer pêk hatin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, 'Jiyana rast, rastiya şehîdan e'. Destnîşan dike ku 'PKK partiyeke şehîdan e'. Diyar dike, şehîdên me rastiya zindî ya me ne ku bi rengê PKK'ê jiyan e. Dibêje, partî û têkoşîna me ya azadiyê ji xeleka şehîdan pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de li ser bingeha xwedîderketina rast a li bîranîna şehîdan, gavên têkoşînê bi hêza ji şehîdan wergirtî tê avêtin. Damezrandina fermî ya PKK'ê, berxwedana Hîlwan û Sêweregê, berxwedana zindanê ya mezin a 1982'an, pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, serhildanên gel û şoreşa vejînê ya neteweyî ya 1990'î, destpêkirin û pêşketina şoreşa azadiyê ya jinê, guheritna paradîgmayê û netewebûna demokratîk, pêngava berxwedanê ya herî dawî ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', hemû bi Hakî Karer re dest pê kir û ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng pêk hatin. Tiştên ku me di nava 42 salan de ji bo bîranîna Hakî Karer kir, nîşan dide ku em ê di sala 43'an de çi bikin.

Li ser vê bingehê, em; gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi pêngava berxwedanê 'Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' dest bi sala 43'an a şehîdan dikin. Berxwdana Greva Birçîbûnê ya Mezin a ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir, li zindanan, çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên dinyayê belav bû, şeş û nîv meh in didome. Rojiya Mirinê ya Mezin ku 30'ê Nîsana 2019'an ji aliyê 15 şoreşgeran ve dest pê kir, bi beşdariya 15 şoreşgerên din bi biryardarî didome. Hêzên me yên gerîla yên leheng derbên kuştinê li siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker dixin û çalakiyên xwe yên ku hesab  ji faşîzma AKP-MHP'ê dixwazin li çar aliyên Kurdistanê belav dikin. Di serî de dayikên Kurd ên leheng bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd, gelê me û dostên me çalakiyên azadiyê li her deverê xurt dikin.

Berxwedana azadiyê ya topyekûn ji aliyekî ve faşîzma AKP-MHP'ê têk dibe, li aliyê din meha şehîdan a 43'an dike meha lehengî û berxwedaneke mezin. Li ser vê bingehê dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan hatiye tengavkirin û ji çar aliyan ve dor lê hatiye girtin. Ji ber vê tengavî û tirsa têkçûnê, piştî 8 salan parêzer 2'ê Gulanê bir Îmraliyê û neçar ma ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bide kirin. Ji heye ku bi rêbazên şerê taybet dikare pêngava me ya azadiyê ya dîrokî asteng bike û berxwedanê têk bibe. Halbûkî di nava şeş meh û nîvan de ya pêngava me ya berxwedanê, gelek hewldanên şerê taybet hatin têkbirin û ji niha ve encamên dîrokî hatine afirandin.

PÊNGAVA ME YA BERXWEDANÊ GELEK PLAN TÊK BIR

Her kes bi rengekî vekirî dibîne, di nava pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin û faşîzmê hilweşînin' de gelek planên DYE û Rûsyayê hatin têkbirin, li Baxozê faşîzma DAÎŞ'ê hate têkbirin, 31'ê Adarê faşîzma AKP-MHP'ê di hilbijartinê de hate têkbirin û herî dawî bi vekirina deriyên Îmraliyê re pêşî li bidawîkirina tecrîdê hate vekirin. Rêveberiya Tayyîp Erdogan a di pêvajoya têkçûnê de ye, ji bo karibe emrê xwe dirêj bike neçar ma ku Rêber Abdullah Ocalan û sê hevrêyên din ên li Îmraliyê deklarasyoneke nû ya demokrasiyê biweşînin. Tevî ku faşîzma AKP-MHP'ê weke rêbazeke şerê taybet û bi armanca têkbirina berxwedana heyî bi vî rengî tevgeriya be jî, eşkere ye ku hevdîtina 2'ê Gulanê û belavoka hate belavkirin destketiyeke pêngava berxwedana heyî û serketina bi berxwedanê ye. Lewma destketiyên hatine afirandin gelekî girîng in. Careke din bi rengekî vekirî ji aliyê her kesî ve hatiye dîtin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê yekane hêza çareseriyê ye.

Ji ber vê yekê em hevdîtina 2'ê Gulanê û deklarasyona ji 7 xalan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hevalên xwe ji bo çareseriya demokratîk weşand, girîng dibînin. Di serî de hêzên demokratîk antîfaşîst ên Tirkiyeyê em bang li hêzên aştiyane û demokratîk ên li Rojhilata Navîn û dinyayê hemûyan dikin ku deklarasyona demokratîkkirinê ya ji 7 xalan a li Îmraliyê bi berfirehî nîqaş bikin, xwedî li pîvanên hatine destnîşankirin derkevin û ji bo bidawîkirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ku li pêşiya pêkhatina wê asteng e, têbikoşin. Dengên ku li çar aliyên dinyayê ji bo bidawîbûna sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê bilind dibe û bangên tên kirin, ji bo me girîng in. Di vê mijarê de em spasiya her kesî dikin û dibêjin, divê têkoşîn û helwesta demokratîk bê xurtkirin.

'MEŞA ME YA LI SER RÊYA RAST A ŞEHÎDAN WÊ BIDOME'

Eşkere ye, pêngava me ya berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin' ji niha ve destketiyên girîng afirandiye û li ser vê bingehê, bi parçekirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê re wê bi ser bikeve. Heta niha bi berxwedanê, bi dayina berdêlan me her tişt bi dest xist, ji niha û pê ve jî bi berxwedanê û bi dayina berdêlan em ê bi dest bixin. Li ser vê bingehê meşa me ya li ser rêya şehîdên me yên leheng wê bidome. Bi vî rengî em ê xwedî li bîranîna şehîdê xwe yê mezin Hakî Karer û şehîdên xwe yên din derkevin. Di vê çarçoveyê de, em şehîdên leheng ên pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin' bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin. Di serî de Leyla Guven û berxwedêrên rojiya mirinê, em berxwedêrên greva birçîbûnê, dayikên Kurd û her kesên tevlî pêngava me ya azadiyê bûne bi rêzdarî silav dikin û bi hêviya xwe ya serketinê em dibêjin, berxwedan wê teqez bi ser bikeve. Ti ji lîstikên şerê taybet wê nikaribe faşîzma AKP-MHP'ê li ser piyan bihêle, siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker di dema xwe ya dawî de ye û di demeke kurt de wê têk biçe.

Li ser vê bingehê em şehîdê xwe yê mezin hevrê Hakî Karer di salvegera 42'an a şehadeta wî de, şehîdên meha Gulanê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, bang li jin û ciwanan, gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin' a li dijî fşaîzma AKP-MHP'ê xurtir bikin, çalakiyên azadiyê li her qadê belav bikin."