PKK’ê şehîdên meha Îlonê bibîr anî

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Xakurkê yên meha Îlonê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bibîr anî.

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û heman demê Endamê Komîteya Rêveberiya KCK’ê Rustem Cûdî, endamên Konseya Leşkerî ya HPG/YJA Star Elîşêr Koçgirî û Çîçek Kiçî yên 29’ê Îlona 2011’an li Herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê yên di encama êrîşeke hewayî de şehîd bûbûn û dîsa gerîlayên li gel wan şehîd bûne bi daxuyaniyekê bibîr anî.

PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê anî ziman ku di esasê xwe de PKK partiya şehîdan e û di kesayetiya Mehmet Sîncar, Simko Serhildan de û hemû şehîdên meha Îlonê bibîr anî.

Daxuyaniya Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê wiha ye:

“Di dîroka PKK’ê de hema ti meh nîne ku têde şehîd nedaye. Bi rastiya têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxê ku me li pey xwe hiştî re di dîroka PKK’ê de bi her şehîdbûnek xwedî mîsyon û nirxekî gelekî giranbiha ye. Ya tevgera PKK’ê dike PKK rastiya şehîdbûnê ye. Bi rastiya van şehîdbûnan re her hervrêyê me bi hev re oxir kirî, li ser esasê bi ked û nirxên di nava vê têkoşînê de hatine avakirin em gihane roja îro.

Her milîtanê di nava tevgera PKK’ê de cih digire, bi her patîkaya lê meşiyayî, her xaka gav lê avêtî, her nefesa lê kişandî û ava jê vexwarî ji bo azadiya erdnîgariya Kurdistanê ku bi salan hesreta wê kişandî, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê, hinek hevrêyên em bi salan û hinek jî hê 2-3 salên xwe tije nekirî bi rastiya şehîdbûnê re rû bi rû maye û jiyaye. Ev jî vê nîşan dide tevî ku li dijî dewleta TC’ê me bi têkoşîna gerîla berdêlên mezin bi destxistibe jî, lê dewleta TC’ê mîna darbeya leşkerî ya 1980’an di roja me ya îro de jî pêk tîne. Darbeya 12’ê Îlonê ya sala 80’ê ku bi derketina tevgera me PKK’ê re pêk hat, darbeya li dijî tevgera me ya azadiyê bû. Di dema darbeyê de hê nû çirûskên şoreşê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê diçirisîn, li dijî welatparêz û şoreşgeran bi awayek dorfireh pêkanînên der mirovî yên mîna girtin, zext, êşkence û destgîrkirin û dîsa her cûre heqaretê hatin pêkanîn. Di kesayetiya adroyên pêşeng hevrê Kemal Pîr, Hemet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz ên ev heqaret û zilma qebûl nekirin, li dijî van pêkanînên der mirovî, bi berxwedan Rojiya Mirinê bi rastiya şehîdbûnê re bi encam kir.

Di van rojên ku em lehengên xwe yên qehreman ku xaka Kurdistan û Tirkiyeyê bi xwîna xwe avdan bibîr tînin de, bi taybet di sala 2011’an de bi têkoşîna hêzên me yên gerîla ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya ji aliyê dewleta Îranê ve li Qendîlê hate kirin, hêzên Pasdar ên Îranê tar û mar bûn û neçar man vekişin. Hevrê Şehîd Simko Serhildan ê fermandarê şer û bi taktîkên xwe yên bi hêz dijmin vala derxist, di salvegera wî ya 9’an de bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Hevrêyeke hê di temenê xwe yê ciwan de têkoşîna Azadiyê nas kiriye, li qada Bakurê Kurdistan û deverên din gerîlatî kir û her wiha li deverên Rojhilat jî fermandarî kir ji Rojhilatê Kurdistanê bû.

Kuştinên kiryarên wan nediyar ên li Bakurê Kurdistanê bi destê Hîzbûllah, Jîtem, kontra yên sala 1990’an hatin kirin di roja me ya îro de jî hê didomin. Bi taybet  di kesayetiya Mehmet Sîncar de kuştinên kiryarên wan nediyar dîsa kesên şehîd bûne birêzdarî bibîr tînîn.

HEVRÊ RUSTEM, ELÎŞÊR Û ÇÎÇEK ÇIRÛSKA BÊEMAN ÊN BERXWEDANA ME NE

Hevrê Şehîd Rûstem Cûdî yên salên dûr û dirêj di nava tevgera me de cihê xwe girt, hem fermandarek pêşeng û hem jî perwerdekar û hunermendek bû. Hevrê Rustem Cûdî, di wergêra pirtûkên Rêber Apo de bi salan kadro perwerde kir.

Hevrê Çîçek Kiçî jî yek ji hevryên di gava yekem a artêşbûna jinê û di artêşbûna jinê de cihê xwe girtiye, bi salan li qadên leşkerî di asta jor de fermandarî kir û hem di nava tevgera jina azad û tevgerê giştî de fermandarekî li gelek qadan erka fermandariyê bi serketî pêk aniye. Hevrê Çîçek Gabar bi ezmûnên xwe yên leşkerî di nava têkoşînê de cihekî xwe yê mezin kiriye. Bi taybet di artêşbûna jinê de ji bo hê zêdetir bê pêşxistin bi taybet ji bo vê mîrasê xwe ji hevrêyên ciwan ên di bin fermandariya wê de bê ka wê sekena jiyanê, dîsa çawa fermandarekî leşkerî yê jin dibe, sekna jiyanê parvekirina bi hevrêyên xwe re weke erekî esasî girtiye dest.

Hevrê Elîşêr Koçgirî salên dûr û dirêj di mercên herî zehemt de gerîlatî û fermandarî kiriye. Hevrêyeke li her qada lê ciwaniya wê bi helbest, di qada wêjeyê de erdnîgariya Kurdistanê rijandiye ser kaxezê û ji helbest nivîsîn û xwendinê dîsa gotina deyîşên Elewiyan pir kêfxweş dikir.

Hevrê Rozerîn Mêrdîn a di nava malbatek welatparêz de hatiye dinê di temenê ciwan de tevlî tevgera azadiyê bû û li gelek qadan gerîlatî kir. Hevêr Rozerîn di dema ku artêşbûna jinê pêş diket de cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt, bi zanabûna jinê xebat bi rê ve bir. Ji bo artêşbûna jinê ji bo vîna jinê derbixîne holê pir girîngî dida derxistina zanabûnê û heman demê hevrêyên li gel xwe perwerde dikir û ji bo pêşxistina wan tim di nava hewldanê de bû.

Hevrê Dîcle Gever jî ya li Zagrosan mezin bû, hê di temenê pir biçûk de Tevgera Azadiyê nas kir, bi hevrêbûn, ked, sadebûn û rûkeniya xwe ji bo hevrêyên xwe çavkaniya moralê bû.

Hevrê Nazlican bi pêşengtiya fermandara jinên ciwan bi kesayeta xwe ya zû fêrbûn, fedekar û sekna xwe ya leşkerî dihate naskirin.

Amara Çiyayî hem doxtor û hem jî gerîla di mercên şer de li gel aliyê wê yê gerîla, her dema serê gerîlayekê jî biêşabana, dîsa nexweşiyek derbiketibana li cihê xwe nedisekinî dixwest ji bo wê derdê bibe derman, hevrêyeke bi fedekarî û kedê dihate naskirin.

Hevrêyên me Xebat, Roj Amara, Eşref, Erdal Çiyayî her yekê hevrêyek di nava refên têkoşînê de xwedî kedekî mezin bi ked û fedekariya xwe cihê xwe di dilê her kesê de kiribû.

Di kesayetiya hevêryên xwe Rustem Cûdî, Çîçek Botan (Kiçî), Elîşêr Koçgirî ên 29’ê Îlona 2011’an li devera Xakurkê şehîd bûne û hevrê Rozerîn Mêrdîn, Dîcle Gever, Roj Amara, Amara Çiyayî, Nazlican Amara, Xebat Eşref Argeş, Erdal Çiyayî, Simko Serhildan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz hemû şehîdên meha Îlonê bi rêzdarî û minet  bibîr tînin. Soza me dayî şehdîdên xwe em ê di asta herî baş de bibin layîqî têkoşînê.

PKK weke Partiya Şehîdan tê naskirin. Ruh, berxwedan û vîna bi şehadetan derketiye holê ji bo gihandina astekî herî baş a tevgerê xwedîderketina li cenazeyê şehîdan û li dijî êrîşên topyekûn sekinîn weke erkekî bingehîn dibînin.”