PKK'ê salvegera 'Şoreşa Rojava' pîroz kir

Komîteya Rêveber a PKK'ê salvegera heftan a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir, "Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi serketina vê Şoreşa Azadiyê serbilind e."

Komîteya Rêveber a PKK'ê salvegera 7'an a Şoreşa Rojava ku 19'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê dest pê kir pîroz kir. Komîteyê bi vê armancê peyamek weşand. Peyam wiha ye:

"Şoreşa Azadiyê ya 19'ê Tîrmehê ku di sedsala 21'ê de mîna stêrkeke azadiyê şewq dide, di salvegera heftan de ye. Ji ber ku gaveke mezin a şoreşgerî avêtin û paşeroja gelan û mirovahiyê ronî kirin em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin û ciwanên wan, hemû hêzên azadiyê yên xwe di nava YPG, YPJ û QSD'ê de bi rêxistin kirine, gelên tevahiya Kurdistanê bi taybetî Rojava, mirovahiya azad, koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê û her kesên keda xwe di vê gava şoreşgerî de heye pîroz dikin, ji ber serketina wan a dîrokî ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst em wan silav dikin û serketina şoreşgerî ji wan re hêvî dikin. Şehîdên leheng ên ku afirînerên vê çalakiya şoreşgerî ya dîrokî ne di şexsê Şehîd Şîlan, Xebat, Arîn, Gelhat, Rûbar, Karker û Avesta de bi rêz û minet bi bîr tînin. Em pê piştrast in ku bîranîna wan wê li Sûriyeya demokratîk û Kurdistana azad her hebe.

Weke ku tê zanîn Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19'ê Tîrmehê şoreşa mirovahiya azad, şoreşa jinê ya azad, şoreşa rizgariyê ya bindestan, şoreşa biratiyê ya gelan, şoreşa demokratîk a hêzên antî faşîst bû. Di nava heft salan de li dijî çeteyên faşîst ên DAÎŞ û El Qaîdeyê bi rengekî bê eman di nava şer de xwe parast û bi pêş ve bir. Bi vî rengî bû pêşeng ji Sûriyeya demokratîk û demokrasiya Ereb re, her wiha bû garantiya serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê. Ji destpêkê ve xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî pêk anî. Em pê piştrast in ku wê vê karaktera xwe di sala heyştan a şoreşê de bidomîne û li dijî her şêwe êrîşên faşîst qirker-mêtinger, di çarçoveya parastina topyekûn a gel de wê bi biryardarî neteweya demokratîk biafirîne.

Weke ku tê zanîn, hêza bi navê DAÎŞ'ê ne hêzeke welê demkî ye. Nîşaneya siyaset, îdeolojî û zîhniyeta netewe-dewlet a faşîst qirker e ku di nva Şerê Yekemîn ê Dinyayê de li nava Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ya Rêveberiya Osmaniyan ava bû. Lewma Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava nîşan dan ku li aliyekî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker a bi temsîliyeta DAÎŞ'ê heye, li aliyê din jî siyaset û zîhniyeta antîfaşîst a demokratîk heye ku her kes xwe di nav de bi rengekî azad bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê DAÎŞ a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû, têkçûna siyaset û zîhniyeta faşîst, qirker û mêtinger e. Ya ku niha gefê li Rojava dixwe ev siyaset û zîhniyeta DAÎŞ'ê ya têkçûyî ye. Hêzên azadîparêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeye çawa ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan wê li dijî heman siyaset û zîhniyetê, li dijî van hêzan bi taybetî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê sekneke helwesteke xurt nîşan bidin.

Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi serketina vê Şoreşa Azadiyê serbilind e. Ti carî ji bîr nake ku ev yek bi xeta Rêbertî, bi fedakarî û wêrekiya şehîdên leheng, bi hêza jin û ciwanan, bindest û gelan pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de di sala heyştan de ji bo parastin û pêşvebirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava wê hêza xwe seferber bike. Em pê piştrast in ku sala heyştan wê bibe saleke welê ku gavên xurtir û şoreşger rêxistinî bên avêtin û serketinên mezin bên afirandin.

Em sala heyştan a Şoreşa Azadiyê ya 19'ê Tîrmehê silav dikin, li gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin, şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, serketinê ji Hêzên Rizgariya Efrînê re dixwazin û dibêjin ku ev şoreşa mezin a ku mîna stêrkeka azadiyê şewq dide wê rêya meşa azadiyê ya dîrokî ya mirovahiyê her tim ronî bike."