PKK’ê komkujiya Xezzayê şermezar kir

Komîteya Rêvebir a PKK’ê qetlîama ku dewleta Îsraîlê kiriye bi tundî şermezar kir û sersaxî ji gelê Filîstînê re xwest.

Komîteya Rêvebir a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Ji ber ku Îsraîlê gule bera xwepêşanderên Xezzayê daye, gelek Filîstînî hatine qetilkirin. Em komkujiya Xezzayê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û ji gelê Filîstînê re dixwazin.”

EV KÊŞE BI ŞÎDDETÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN

PKK’ê diyar kir ku kêşeya Filîstîn û Îsraîlê bi şîddetê nayê çareserkirin û got, “Qudûs a ku divê paytexta hemû olan û mirovayetiyê be, nayê qebûlkirin ku Îsraîl wê wekî paytextê xwe qebûl bike. Ev tê wateya bêhurmetiya hemû olan. Tê dîtin ku kêşeya Filîstîn û Îsraîlê bi şîddetê nayê çareserkirin. Ev kêşe divê bi diyalog û muzakereyan çareser bibe. Qetlîama dawîn vî tiştî derdixe holê.

Kêşeya Filîstînê sed sal in li benda çareseriyê ye. Gelê Filîstînê û hemû dostên wan ên li cîhanê ji bo azadiya axa Filîstînê têkoşîneke mezin dane. Gelê Filîstînê ligel ku ji bo azadiya xwe têkoşiyaye, piştgirî dane têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li welatên din jî. Gelê Filîstînê piştgirî daye têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya PKK’ê hatiye kirin. Di dema dagirkeriya Lubnanê ya di sala 1982’an de kadroyên PKK’ê tevî Filîstiniyan şer kirine. Di vî şerî de 13 kadroyên me şehîd bûne. Hevgirtina gelê Filîstînê, gelê Ereb û gelê Kurd wekî duh îro jî didome.

ÇARENÛSA GELÊN KURD Û FÎLÎSTÎNÊ DIŞIBE HEV

PKK'ê diyar kir ku çarenûsa gelên Kurd û Fîlîstînê dişibe hev û işaret bi polîtîkayên mêtinger û qirker ên dewletên Tirkiyeyê û Îsraîlê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çarenûsa gelên Kurd û Fîlîstînê dişibin hev. Tevî têkoşîneke mezin dikin jî, ji ber desteka derve Îsraîl û Tirkiye mafên bingehîn ên gelên Fîlîstînê û Kurd bin pê dikin û di mêtingerî û qirkirinê de israr dikin.

Tirkiye di şerê qirêj ê dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de teknîka herî kompleks ji Îsraîl û DYA digire. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê li ser komkujiyên li dijî gelê Fîlîstînê bi derewan bigirî jî, yek ji wan welatan e ku di şerê dijî gelê Kurd de desteka herî zêde ji van welatan digire. Di demeke nêz de wê balafirên F-35 ji DYA bikire. Ev yek jî nîşaneya şênber a vê rastiyê ye. Balafirên bê mirov ku gelekî pê pesnê xwe didin, bi teknîka ji Îsraîl û DYA wergirtî çêkirine."

TIFAQA KURD Û EREBAN

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li Rojhilata Navîn dostê ji dil ê gelên Fîlîstînê û Ereb, gelê Kurd û tevgera azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê ye. Têkoşîna hevpar û tifaqa gelên Kurd û Ereb wê di azadkirina tevahiya Rojhilata Navîn de bi roleke dîrok rabe. PKK wê piştgiriya gelê Fîlîstînê û şehîdên sala 1982'an ên di şerê dijî Îsraîlê de hatine dayin ti carî ji bîr neke. Dostanî û piştgiriya bi gelê Fîlîstînê re wê ji niha û pê ve jî bidomîne.

 

Em komkujiya ku li Xezzayê hatiye kirin careke din şermezar dikin û careke din soz didin ku têkoşînên azadiyê yên gelê Fîlîstînê û gelê Kurd wê li dijî her şêwe êrîşan bi ser bikevin."