PKK: Divê ti carî neyê qebûlkirin ku şehîd bi şev bên veşartin

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ragihand ku wan saleke din a berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk li pey xwe hiştin û bang li malbatên şehîdan kir ku qebûl nekin ku cenazeyên şehîdan bi şev bên veşartin.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê têkildarî sala nû peyamek da.

Peyama komîteyê wiha ye:

"Li hemberî dagirkerî, qirkirin û kiryarên şerê teybet me saleke tijî bi berxwedan li pey xwe hişt û em dikevin saleke nû. Bi pêşengtiya Rêber APO berxwedana ku tevger û gelê me da meşandin destketiyên dîrokî û pêşketinên girîng bi xwe re anîn. Bêguman di dîroka tevgera me ya azadiyê de her pêşketin bi keda mezin a Rêbertiya me, bi qehremanî, bi fedayitî û bi fedakariya Şehîdên me yên nemir û binirx çêbûne. Ji ber vê yekê rastiya tevgera azadiyê ku îro ji bo hemû mirovahiyê û gelên bindest bûyê hêviya jiyana azad bi rastiya Şehîdan hatiye avakirin. Li ser vê bingehê em bi wesîleya sersalê di şexsê Şehîdên me yên mezin û nemir hevrê Kasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Yilmaz Dêrsim, Amara Batman û hemû şehîdên me yên qehreman ku ji bo azadiya gelan canê xwe fedakirin û her wiha di şexsê hevrê Sitki BEKTAŞ de şehîdên berxwedana zindanan bi hurmet bi bîr tînin, soza serxistina armanc u xeyalên wan dubare dikin.

Em di serî de sersala dayîkên me yên fedakar ku di mezinkirina qehraman û wêrekên Kurdistanê de xwedî kedek mezinin, gelê me yê welatparêz û malbatên me yên Şehîdan ku li hember her cûre zehmetiyan û êrîşên qirkirinê ên faşîzmê, bûne hevrêyên şehîdan pîroz dikin. Em di şexsê malbatên xwe yên Şehîdan de, soza xwe ya azadiya Rêbertî û Kurdistana azad ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz hemûyan dubare dikin.

Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê li hember berxwedana mezin a tevgera me û gelê me raber kir, derbên mirinê xwarin û li bin ket. Faşîzma ku tecrîdbûyî û ketiye nava krîz û kaosek mezin bi hemû derfetên xwe diperpite. Ji ber vê yekê li hember nirxên herî mezin ên tevgera azadiyê û gelê Kurd ketiye nava kiryarên hovane. Dewleta faşîst ku ti pîvanên exlaqî, wîcdanî û civakî nas nake, bi xerakirina goristanan dixwaze bîra civakî ji holê rake û tine bike. Êşkenceya ku li ser cenazeyên gerîlayên azadiyê tê kirin dide nîşandan ku faşîzm li hember Şehîdên me ketiye nava tirs û xofek mezin. Desthilatdariya faşîst ku bi rojan cenazeyên hevrêyên me di morgan de dihêle, bi nedana cenazeyan malbatên me diêşîne. Faşîzma AKP-MHP'ê her tim ji ronahiya ku Şehîdên me dane avakirin ditirse. Ji ber vê yekê ye ku di tarîtiyê de definkirina cenazeyan weke tiştek ji rêzê dide nîşandan û hewl dide vê yekê weke zextekê li ser gelê me bide meşandin. Faşîzmeke ewqas hovane li beramberî me disekine ku cenazeyên şehîdên me bi kargoyan ji malbat û dayîkên me yên hêja re dişîne. Lê dayîkên me yên fedakâr û bi rûmet, bi nîşandayîna helwest û girtina nobeta li ber goristanên zarokên xwe bersivek mezin dan faşîzma AKP-MHP'ê. Em vê berxwedana dayîkên xwe silav dikin û ji bîr nekîn ku wê faşîzm di tarîtî û xwîna xwe de bifetise. Her rojê ji faşîzma qirker û dagirker hesabên giran tên xwestin û wê were xwestin.

Malbatên Hêja;

Em di 43. saliya avabûna Tevgera Azadiyê de ji her demê zêdetir bihêz, nêzîkî azadî û serketinê ne. Ev yek bi têkoşîna ewladên we yên herî hêja ku di pêşxistina têkoşînê de gumanek herî biçûk jî nekete dilê wan, pêk hat. Şehîdên me felsefeya jiyan û vîna azad in. Her tim em di bin ronahiya jiyan û têkoşîna wan de xwe li ber çavan re derbas dikin û ji bo pêngavên mezin û serketinên girîng xwe amade dikin. Rêber APO şehîdên têkoşîna azadiyê kirin bingeha gavên dîrokî û serketinên mezin. Em jî li ser vê bingehê bi erkên xwe radibin û têkoşîna azadiyê mezin dikin.
Pîvana serketinê ji nêzîkatiya li hember Şehîdan tê raberkirin diyar dibe. Serketin, encex em di bin fermandariya Şehîdên nemir de xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe derbikevin gengaz dibe. Ji ber vê yekê pêşengiya we malbatên Şehîdan, ji her demê zêdetir girînge. Dem dema avakirina xeleka berxwedanê ya li dora şehîdên qehremane. Şehîdên me misogeriya jiyana azad û temînata serketinê ne. Bi qasî ku em Şehîdan bi bîr tînin û bi wan serbilind dibin, hewce ye em wan bikin bingeha têkoşîna li hemberî faşîzm, dagirkerî û îxanetê. Ji ber vê yekê oxirkirina girseyî yên şehîdên me wê bibe darbeya herî mezin a li hemberî dagirkerî, qirkirin û tinekirinê. Hewce ye bi tu awayî bi şev sipartina axê ya şehîdan neyê qebûlkirin, berewajî divê li beramberî wê helwestek xurt were nîşandan û ji dagirkeran hesab were xwestin. Hewce ye ku her şehîdek bibe wesîleya berxwedana topyekûn. Bi pêngava 'DEM DEMA AZADIYÊ YE' û 'PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD' wê faşîzm û dagirkerî birûxe, tecrîda Îmraliyê parçe bibe û Kurdistan azad bibe. Bi vê bîr û baweriyê em ê li ser xeta Rêbertî û rastiya şehîdan têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û malbatên xwe yên Şehîdan ên bi rûmet û hêja silav dikin.

Bi vê wesîleyê em sersala we careke din pîroz dikin û soza serxistina armanc û xeyalên Şehîdan dubare dikin."