PKK bû xençerek û li dilê xiyanetê ket

Di dîroka Kurdistanê de xiyanet gelek e. Bêguman lehengiyên xwe jî zêde ye û weke dîroka lehengan jî tê naskirin.

Di dîroka Kurdistanê de ji xayinan, ji nokeran, ji kesên ku welatê xwe pêşkêşî dagirkeran kirine û gelê xwe mehkûmî dîlgirtinê kirine, ji Mangûrtan, ji kesên xwe înkar dikin û rê li ber înkarê vekirine, ti carî hesab nehatiye pirsîn, nekariye bê pirsîn. Sedema vê jî ew e ku di dîroka Kurdistanê de xiyanet û nokerî her bim serdest bûye.

Li Kurdistanê xiyanet welê hatiye pejirandin ku êdî xayin û noker hay ji rewşa xwe jî nîne. Ji ber ku xiyanet ewçend serdest bûye, bûyerên diqewimin 'normal' dibîne. Sedema wê jî, weke me got; hesabnepirsîna ji xiyanet û nokeriyê ye.

Di dîroka Kurdan de hesabê xiyaneta Enkîdû ya li dijî eşîra xwe nehatiye pirsîn. Û encam jî; serdestiya nokeriyê ye.

Di dîroka Kurdan de prensekî mîttanî Matîzawa li dijî qewmê xwe li cem Hîtîtan cih girt, êrîş kir û rê li ber jihevketina Mîttaniyan vekir. Hesabê vê yekê nekarî bê pirsîn.

Di nava Medan de jî ji ber ku hesabê wê xiyaneta navdar a Harpagos nehat pirsîn, di sala 520'an a Beriya Zayinê de Kurd li wê Magamoniyê qewimîn û nema karîbûn li ser piyan bisekinin.

Ji xwe ji ber vê yekê serdestiya Ereban li Kurdistanê rû da, serdestên Kurdan mîna Ereban tevgeriyan, navê xwe kirin Ereb, bi Erebî axivîn, mîna Ereban kinc li xwe kirin û jiyan. Ji xwe qut bûn, xwe înkar kirin û ji xwe reviyan. Lê kes nebû ku pêşî li vê înkarê bigire. Her çend hinekan xwestin li çiyê hesabê vê bipirsin jî bi ser neketin, timî têk çûn.

Xiyanet vîrûseke welê ye ku dema xwedî pê dikeve, welê li xwedî tê mîna ku karekî gelekî mezin kiriye tevdigere. Di sedsala 16'an de Îdrîsî Bedlîsî -çiqasî haya xwe jê heye ew jî nayê zanîn- hemû Kurdan pêşkêşî Osmaniyan dike û pesnê padîşahên Osmanî dide. Ev yek hê di roja îro de jî tê dîtin bê koka nokeriyê çiqasî kûr e.

Û Nakşîtiya ku di sedsala 18'an de bi destê Îngilîzan li Rojhilata Navîn hate bicihikrin, Kurdistan parçe kir. Nakşîtî, sîstema axatiyê ya sexte ye ku piştî parçebûna Mîrtiyê hate avakirin. Her wiha mîna xençerekî li dîroka Kurdistanê ket. Hesabê vê jî nehate pirsîn.

Û bermayinên şûrê, Margûtên piştî komkujiya sor bi komkujiya spî hate afirandin, ku ji rastiya xwe xerîb bûn û weke dijmin hatin mezinkirin.

Em ê vê Mangûrtiyê timî bibînin. Li dibistanên piştî komkujiya Dersimê hatin avakirin, li leşkergehên ku makîneya şuştina mejî ne, li dibistanên Kemalîst ên biçûkxistinê... em ê timî bibînin.

Dema ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derkete holê, hin malbat hatin nepixandin û derketin pêş. Ev malbat jî ji ewladên malbatên Mangûrtkirî ne. Her wiha axayên li gorî dema xwe bi sûnî hatin afirandin e. Hatin afirandin û bi zorê li ser civakekê hatin ferzkirin. Hesabê vê nehat pirsîn û nekarî bê pirsîn.

PKK navê dawîanîna li vê hesabnepirsînê ye. Bû derbek û li xiyanet, nokerî û xayintiyê ket.

Dema ku hevrê Hakî Karer di rojeke 18'ê Gulanê de bi rengê xwînê xemilî, ev têkoşîn nesekinî. Berevajî vê, di destpêkê de hesab ji kujerê hevrê Hakî pirsî, piştre ji bo bîranîna hevrê Hakî, -madem dijmin dixwaze ewqasî tine bike- bi biryardarî têkoşîn hate xurtkirin. Navê vê jî partîbûn bû. Yanî avakirina PKK'ê bû.

Mîna ku helbestvan dibêje, "PKK xençereke û li dijî xiyanetê ket." Ya ku divê ji niha û pê ve were kirin, li dijî xiyanet û nokeriyê, nîşandana sekneke qewîn a jiyanê ye.

Û navê vê seknê PKK ye. PKK'bûyîn e.

LI DIJÎ FEODALÎZMÊ, TEVGERA DEMOKRASIYÊ

PKK weke tevgereke serhildan û raperînê, nêrîn û çalakiya li dijî paşverûtiya ku civak dîl girtiye.

Dema ku li Kurdistanê qala paşverûtiyê tê kirin, destpêkê feodalîte tê bîra mirovan. Paşverûtiya kompradorên feodal.

Kurdistan di bin zordariya feodalîzmê de dinaliya, li mirovahiyê hatibû girtin.

Welê lê hatibû ku Kurdistan di nava lepê çend axa û malbatan de hatibû hiştin. Kompradorek ku bi dagirkeriyê de civaka Kurd dîl girtibû û nedihişt civak hilmê bistîne.

Ev aliyekî xwe ye, aliyekî girîng.

Aliyê duyemîn jî, dibe ku aliyê xwe yê herî girîng ev be; karaktera ku feodalîzmê di nava civakê de rê li ber vekiriye. Feodalîzm ji aliyê dewletî ve sarbûn e. Bi gotineke din, jiyana bi kevneperestî ye.

Bi pêşhukmên hatine afirandin re mirovên di nava wê civakê de dîl digire. Qalibên welê tê afirandin, ku mirov nikarin li ber rabin. Rastiya vê sîstemê ev e.

Feodalîzm ji serî heta binî serdestî û zordarî ye. Hiyerarşî ye. Tekprestî ye, bê reng e. Li derveyî xwe her tiştî red dike, biçûk dibîne. Xwe di navenda her tiştî de dibîne û li dora xwe nanêre. Tengbûn e, korbûn e.

Feodalîzm xwegirtin e. Di şexsê xwe de kuştina cîhanê, dema bihurî û paşeroj e. Çavkorbûneke bi vî rengî ye. Jiyana li nava sînorekî teng, malbatî, xizm, kabîle û eşîrî ye.

Dibe ku were gotin ku malbatî, xizmtî, kabîletî û eşîrtî ayîdiyetên nebaş nînin. Bila bi vî rengî were gotin. Di rewşeke ku welat hatiye parçekirin, di bin dagirkeriyê de dinale, mirov bi êşkenceyê tên kuştin, her roj destdirêjî li 'namûsê' tê kirin de, fikir û tevgera li gorî berjewendiyên teng ên malbatî, zîhniyeta feodalîzmê ye.

Li nava civakên ku feodalîzm lê serdest e, jin timî dinalin. Di nava sîstemeke bi vî rengî de jin mal e, milk e. Tê firotin. Li qelen bifikirin. Mîna lebateke mêr e. Mîna zeviyekî mêr e ku dikare biajo.

Di nava civakeke bi vî rengî de, bilêvkirina nêrînek ji bo jinê tê wateya derketina ji mêrbûnê. Û tê wê wateyê ku dibe benîştê devê civakê.

Bi kurtasî, feodalîzm şensê jiyanê nade ti nêrîn û şêweyê jiyanê. Xweranegirtin e. Ji bo karibe xwe bide jiyîn, qalibên xurt ên feodal diafirîne. Paşverûtî ye.

Di nava sîstemeke bi vî rengî de, di nava civakên ku nirxên feodal lê serdest in, cihê serîhildanê nîne. Ji ber ku feodalîzm serdestkirina tepisandinê ya nava tevahiya civakê ye.

Di sîstemeke bi vî rengî de rabûna li ber rewşa heyî weke gunehê herî mezin tê dîtin. Yên ku vî gunehî dikin jî tên felişandin.

Di nava vê sîstemê de ya tu yê serî bitewîne û dest maçî bike, ya jî tu yê serî bide tewandin û dest bide maçîkirin. Rêyeke din nîne. Şens nîne ku mirov bi mirovahî, bi rûmet û îradeya xwe bijî.

Cihê nêrîneke cuda di nava sîstemeke wiha de nîne. Nêrînên nû sûc e. Piralîbûn sûc e. Bi kurtasî demokrasî lê nîne. Demokrasî sûc e.

Weke me got, di nava sîstemeke wiha de cih ji jinê re nîne. Eger we cih dabin jinê, hûn hingî ji ol û îmanê derketine. Hûn dîn bûne. Hinek ketiye nava we û hûn ji rê derketine.

Di nava sîstmeke wiha de tenê mafê gotinê yê serdestan heye. Yên din jî li ber destan e, yanî Kurmanc in. Yên mafê xwe yê gotinê hene, malbatên kevneşop in. Şêx in, beg in, axa ne, komprador in, noker in, yên li ber deriyê dewletê ne, yên li meclîsê ne. Û rabûna li ber van, îmzekirina fermana mirinê ya wan e.

PKK dema xwest li Kurdistanê civakeke demokratîk biafirîne, destêkê li ber vê sîstema kevneperest rabû. Heta ku ev nexweşiya li nava civakê neyê tedawîkirin, ti wateya şoreşê li Kurdistanê nîne. Yanî eger tê xwestin ku li Kurdistanê sîstemeke demokratîk bê avakirin, ya destpêkê were kirin parçekirina tevna nokerî, komprador û feodalîzmê li Kurdistanê bû. Rêyeke din tine bû.

Ji ber vê yekê PKK li dijî feodalîzmê, li dijî kompradorên feodal, paşverûtî, parçebûn, nokerî û malbatperestiyê, bû tevgereke serhildêr. Û weke bingeha hevgirtin û yekîtiya neteweyî ya li Kurdistanê dest bi têkoşînê kir.

Li dijî kevneperestiyê, PKK bû pêngava demokrasiyê. Jin tevlî pêla şoreşê kir û bi vî rengî bû navê guherîn û veguherîna civakê. Ev rastiya xwe bi heybetî nîşanî her kesî da.