PKK: Bîranîna hevrê Delal Amed sonda me ya serketinê ye

Komîteya Rêveber a PKK'ê, fermandara gerîla Delal Amed û 12 hevrêyên li Bestayê şehîd bûn bi bîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Bîranîna hevrê Delal Amed, sonda me ya serketinê ya sala 40'emîn e."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, li ser şehadeta endama Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandara Herêma Botanê Delal Amed û 12 gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em sala 40. a PKK'ê weke sala Delalbûnê, di xeta Delal Amed de weke sala partîbûn, gerîlabûn û neteweya demokratîkbûnê, di xeta serketinê de weke sala têkoşîn û serketinê radigihînin."

Di daxuyaniya PKK'ê de bal hate kişandin ser propagandayên şerê taybet ên dewleta Tirk û hat gotin, "Ji ber ku Delal Amed û 12 hevrêyên me yên leheng li Botanê bi hovane hatin şehîdxistin, bila faşîstên AKP-MHP'ê, hêzên desthilatdariya faşîst-qirker belasebep kêfxweş nebin. Ji ber ku ev kêfa wan wê di demeke nêz de di ber wan de bimîne."

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hat gotin:

"Ewlada hêja ya gel û jinên Kurd, endama Komîteyên Rêveber û Navendî yên partiya me PKK'ê hevrê Delal Amed (Hulya Eroglû) ku demekê bi wezîfeya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star û HPG'ê rabû û sala 2017'an jî bi wezîfeya Fermandariya Herêma Botanê radibû, tevî yek ji fermandarên YJA Starê hevrê Azê Malazgîrt li gel 12 hevrêyên milîtan ên şoreşger li qada Bestayê ya herêma Botanê, di destpêka meha Mijdarê de di şerê dijî yekîneyên artêşa Tirk a faşîst de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bûn xeleka dawî ya zincîra şehîdan a bi hevrê Hakî Karer dest pê kir, bû şehîdên sala 40. a partiya me. Hevrêyên me Delal Amed û hemû şehîdên me yên li Bestayê, di xeta Apoyî de bûn sembola berxwedana lehengî û jiyana azad. Em şehîdên xwe bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û weke hemû milîtanên partiyê, gelê welatparêz û hêzên şoreşger dibêjin, em ê êş û xemgîniya xwe ji bo azadiyê veguherînin berxwedêriyeke mezintir a şoreşgerî û sala 40. bikin sala serketinê. Li ser vê bingehê, em ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan û li ser şopa şehîdên xwe yên leheng bi biryardarî bimeşin, sala 40. a PKK'ê bikin sala serketina armancên şehîdan, sala afirandina şert û mercên jiyana azad a Rêber Apo, sala avakirian Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk.

'DI XETA XWEDAWENDIYÊ YA ZÎLAN DE GIHÎŞT ASTA LEHENGIYÊ'

Hevrê Delal Amed di salên 1970'î de li Amedê ji dayik bû, lê mezin bû û civaktiya jinê û Kurdan di kesayetiya xwe de şênber kir. Di sala 1992'an de tevlî nava refên partiyê û gerîla bû. Weke milîtaneke jin di serî de li Dersimê li her devera Kurdistanê bi wêrekî bi erk û wezîfeyên xwe rabû, di her astê de bi wêrekî û fedakarî xwedî li milîtanî û fermandariya azad a jinê derket, bi rûkenî, enerjiya xwe ya bê dawî, coş û kelecana xwe ya bêhempa, bi zîrekî û afirîneriya xwe, bi dilsoziya xwe ya bê dawî bi rastiya Rêbertî û jiyana azad re, bi tempoya xwe ya bilind û dîsîplîna kar, her wezîfeya pê radibû bi ser xist. Di partîbûna li ser xeta Rêbertî û pêşvebirina berxwedana gerîla ya li ser xeta lehengiyê de para wê mezin e. Di taybetî di gerîlabûna jinê û rêxistinkirina YJA Starê de ku pîvan û şûrê azadiyê ye, ked û tevkariya wê gelekî zêde ye. Weke milîtaneke pêşeng a xwedî pîvan û qewîn a Tevgera Azadiya Jinê, di xeta Xwedawendiyê ya Zîlan de gihîşt asta lehengiyê.

Hevrê Delal Amed milîtaneke partiyê ya mînak û pêşeng bû ku timî li ser xeta Rêbertî û şehîdan bi rengekî rast meşiya, di nava refên gerîla de her tim bi erk û wezîfeyên bi bandor û zehmet rabû, timî di nava pratîkê de bi rengekî şoreşgerî meşiya. Da ser şopa hevrê Hakî, Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Karasûngûr û Egîd û bû hevrêya hevrêyan. Li ser şopa hevrê Zîlan, Gulan, Erdal, Êrîş, Andok, Zinar û Doga meşiya û bû şehîda şehîdan. Da serş opa hevrê Sara, Bêrîvan, Bêrîtan, Azîme, Şîlan, Viyan, Sorxwîn, Nûda, Çîçek, Rojîn, Gulnaz û Berçem û xwe gihand asta Xwedawendiya azadiyê. Bi rengekî vekirî û zelal, hêza çareseriyê, birêxistinkirin û afirîneriyê ya jinên azad, ku afirînerên jiyana azad in, nîşan da.

'HEVRÊ DELAL AMED ALA XWE RADESTÎ DELALÊN NÛ KIRIYE'

Rêvebera partiya me, fermandara gerîlayên me, pêşenga gelê me û milîtana pêşeng a Tevgera Azadiyê ya Jinê hevrê Delal Amed, di emrê xwe yê şoreşgerî de bi hemû wezîfeyan rabû, li her cihî amade bû û weke lehengeke berxwedan û azadiyê ked da me hemûyan. Ew semboleke azadiyê ye ku wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih anî û ala azadiyê radestî Delalên nû kir. Bi taybetî, fedakarî û wêrekiya wê ku di têkoşîna giran a sala 2017'an de li Botanê di berxwedana gerîla de nîşan da, wê timî bibe mînak. Lewma hevrê Delal weke milîtaneke jin a azad wezîfeyên xwe bi cih aniye. Niha dor hatiye me, dor dora Delalên nû ye, Egîdên nû ye, milîtan û şervanên partiyê ye, dora jin û ciwanên Kurd e. Di serî de jin û ciwanên Amedê em bawerin ku hemû jin û ciwanên Kurdistanî wê bibin Delal, berê xwe bidin nava refên gerîla û her qadên têkoşîna azadiyê, xwe bi rêxistin bikin, bibin milîtan, têkoşîna azadî û demokrasiyê bi ser bixînin û li ser vê bingehê deynê xwe yê dilsoziyê yê bi van lehengên mezin ên azadiyê bidin.

'BILA BELASEBEP KÊFA FAŞÎSTÊN AKP-MHP'Ê NEYÊ, EW KÊFA WAN WÊ DI DEMEKE NÊZ DE DI BER WAN DE BIMÎNE'

Ji ber ku Delal Amed û 12 hevrêyên me yên leheng li Botanê bi hovane hatin şehîdxistin, bila faşîstên AKP-MHP'ê, hêzên desthilatdariya faşîst-qirker belasebep kêfxweş nebin. Ji ber ku ev kêfa wan wê di demeke nêz de di ber wan de bimîne. Di serî de li Botanê wê li her cihên Kurdistanê rejîma faşîst-qirker hilweşe û Kurdistan wê azad bibe. Mîna li Reqayê, ew roj nêz in ku partiya me û gerîlayên me li Botanê mizgîniya serketinê bide tevahiya mirovahiyê. Em gel û bindest; yek ji me bimire, bi hezaran li şûnê diafire. Delalek şehîd dibe, lê hezar Delal tevlî nava refên gerîla dibin û ala azadiyê bilind dikin. Jin û ciwanên Kurd wê hê bêhtir bibin Delal, têkoşîna azadiyê xurt bikin û sala 40. a PKK'ê bikin sala Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk.

'SALA 40'EMÎN WÊ BIBE SALA DELALBÛN Û SERKETINÊ'

Li ser vê bingehê, em Delal Amed û hemû şehîdên Bestayê ku şehîdên sala 40'emîn a partiya me ne careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan teqez bi ser bixînin. Em sala 40. a PKK'ê weke sala Delalbûnê, di xeta Delal Amed de weke sala partîbûn, gerîlabûn û neteweya demokratîkbûnê, di xeta serketinê de weke sala têkoşîn û serketinê radigihînin. Em bang li jin û ciwanên Kurdistanê bi taybetî jin û ciwanên Amedê dikin, bang li tevahiya gel, dost, hevrêyên xwe û hêzên demokratîk-şoreşger dikin ku rastiya Delal Amed fêhm bikin, li ser vê bingehê bi rengekî rast xwedî li şehîdên têkoşîna azadiyê derkevin, di sala 40. a PKK'ê de têkoşîna azadiyê di xeta serketinê de xurt bikin û faşîzma AKP-MHP'ê di nava dîrokê de winda bikin.

Bîranîna şehîdên me yên leheng ku ji Hakî Karer dest pê kir û gihîşt heta hevrê Delal Amed, namire.

Bîranîna hevrê Delal Amed û şehîdên me yên Bestayê, di sala 40. de soza me ya berxwedan û serketinê ye.

Jin û ciwanên Kurd ên bûne Delal, misogeriya serketinê ya xeta Apoyî ne."