PKK: Êrîşa li dijî goristanan dawîhatina li mirovahiyê ye

Komîteya Rêveber a PKK'ê nerazîbûneke tund nîşanî talankarî û êrîşa dewleta Tirk a li dijî goristanan da. PKK'ê got, "Êrîşa li dijî goristan û cenazeyan, dawîhatina li mirovahiyê ye."

AKP'ê herî dawî êrîşî Şehîdgeha Garzanê ya li Bedlîsê kiribû û 267 gor xera kiribû. Nerazîbûna li vê hovîtiyê dewam dike. Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî vê kiryara dewleta Tirk banga têkoşînê kir.

Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Dewleta Tirk a mêtinger qirker, rûyê xwe yê li dijî mirovahiyê careke din nîşan da, êrîşî goristanên gerîla kir û cenaze ji gorê derxistin. Li devera cîhanê nehatiye dîtin ku dewletek di vê astê de êrîşî goristanan dike. Di ti serdema dîrokê de mîna niha êrîş li gor û cenazeyan nehatiye kirin. Ev yek radixe pêş çavan ku dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Kurd e, di heman demê de xwedî karakter û zîhniyeteke dijminê mirovahiyê ye. Ti ol, ti bawerî, ti nêrîna siyasî êrîşa li dijî gorê qebûl nekiriye. Ev zîhniyeta ku hurmetê nîşanî ti ji nirxên dîroka mirovahiyê nade, ji bo tevahiya mirovahiyê xeterî ye."

'NIKARIN XWE LI MIRIYÊ KURDAN JÎ RABIGIRIN'

PKK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk nikare xwe li cenazeyê mirovên ji bo jiyana azad û demokratîk a Kurdan têkoşiyane rabigire û got, "Ne tenê dijminê Kurdê ku azadiyê dixwaze, her wiha dijminê miriyê wan e jî."

Di dewama daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hate gotin:

"Nêzî sed sal in di ser re derbas bûye lê hê jî cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wî nîşan nade. Ev yek nîşaneya berbiçav a karaktera wê ye. Têkoşîna li dijî dewleteke ku ti nirxan nas nake, ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê wezîfeyeke pîroz e.

Divê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê zanibin ku ev êrîşên li dijî goristanan êrîşa tinekirina ji binî ve ye. Ew rengekî vekirî hewl dide Kurdan bê bîr û hiş bihêle û qir bike. Dixwaze her tiştên ku Kurdîtiyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tîne bîra mirovan ji binî ve rakin. Tayyîp Erdogan vê armanca xwe yer roj bi awayekî vekirî nîşan dide. Bi gotina 'afirandina yek milet, yek welat stratejiya me ya ewlekariya neteweyî ye', bi rengekî vekirî îlan kiriye ku hedefa bingehîn tinekirina Kurdan û hemû nasnameyên din e.

'CIHÊ KU MIROVAHÎ LÊ QEDIYA'

Êrîşa li dijî goristanan û cenazeyan, bidawîbûna mirovahiyê ye. Heta ku mirov li dijî hêzeke bi vî rengî ya êrîşkar tênekoşe, mirov nikare bibe mirov û nikare jiyana azad û demokratîk bi dest bixin. Ji ber vê yekê divê mirov li ber vê zalimtî û kiryarên li dijî mirovahiyê rabin. Şehîdên me nirxên herî mezin ên gelê me ye, lewma Tevgera Azadiyê ya Kurd wê teqez hesab ji van hêzên êrîşî gorên şehîdên me kirine bipirse. Yên ku ev kirine wê teqez berdêla vê bidin. Divê gelê me jî li hemberî vê êrîşê, li dijî vê heqaretê bêdeng nemîne. Pêwîste bersiv ji vê dijminatiya li Kurdan bê dayin, bersiv ji vê namerdiyê re bê dayin. Ne tenê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê divê gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî vê hêza li derveyî mirovahiyê dengê xwe bilind bike.

'DIVÊ KES LI BER VÊ ÊRÎŞKARIYÊ BÊHELWEST NEMÎNE'

Hêzên demokratîk û raya giştî ya Tirkiyeyê divê li dijî vê êrîşkariyê dengê xwe bilind bikin. Bêdengî û bêhelwestiya li pêşberî vê êrîşkariya ku ti nirxan nas nake, mirovan gemarî dike. Ev êrîşkariya ku bi navê rêveberiya Tirkiyeyê hate kirin, di heman demê de heqareteke li gelê Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, di serî de rewşenbîr û hunermendên ku wijdanê gelên Tirkiyeyê ne, lazim e hemû hêzên demokrasiyê helwestê li dijî vê êrîşkariyê nîşan bidin.

Hemû gel û hêzên demokratîk ên li cîhanê jî divê bibînin ku yên di vê astê de êrîşî miriyên Kurdan dikin, wê çi nîne serê zindiyê Kurdan û dengê xwe li hemberî vê êrîşkariya li dijî mirovahiyê bilind bikin. Ev kiryarên li derveyî mirovahiyê, ne tenê li dijî Kurdan e, di heman demê de li dijî tevahiya mirovahiyê û nirxên mirovbûnê ye. Bêdengiya li pêşberî êrîşkariya di vê astê de, tê wateya hevpariya van kiryarên li dijî mirovahiyê. Ji xwe her ku deng li vê desthilatdariya faşîst nayê kirin, êrîşkarî jî zêde dibe. Ne tenê li nava Tirkiyeyê li derveyî Tirkiyeyê jî êrîşî her kesên li ber faşîzmê radibin dike û çi tê ber dev dibêje, heqaretê dike.

Têkoşîna li dijî hêzeke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê, têkoşîna herî mezin û herî pîroz a dîrokê ye. Têkoşîna xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye. Lis er vê bingehê em bang li gelê xwe, dostên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê xurt bikin; Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin."