'PJAK li Rojhilatê Kurdistanê temsîla jiyaneke azad dike'

Endama Meclîsa PJAK'ê Evîn Nejdet diyar kir ku divê PJAK tenê wek rêxistineke siyasî neyê dîtin û got, "PJAK ji bo Rojhilatê Kurdistanê temsîla felsefe, çand, îdeolojî û jiyaneke nûjen û ya cewherî dike."

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Evîn Nejdet rewşa Rojhilatê Kurdistanê, zextên rejîma Îranê nirxand û ji ANF'ê re qala proje û armancên PJAK'ê kir.

Rewşa gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çawa ye? Li gorî şert û mercên cîhan û herêmê ku guhertina wê didome, PJAK van guherînan çawa dinirxîne?

Bi taybet bi destpêkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û li dijî wê nêzîkatiya ji bo perçiqandin û tunekirina xeta azadîxwaziyê hatiye meşandin -ku di vê siyasetê de dewletên navnetewî û herêmî cihê xwe digirin- bi şêweyeke paralel hem pêşketinên gelê Kurd û bizava azadiyê li ser pêşketinên li cîhanê bandor dike, hem jî pêşketin û guhertinên li cîhanê bandora xwe li ser rewşa Kurdistanê çêdike. Di rewşeke wisa de ku niha li hemberî Tevgera Azadiyê li hemû beşên Kurdistanê ji pir aliyan ve êrîş û konsepta tunekirinê hevbeş tê meşandin. Bêguman li Rojhilatê Kurdistanê jî dewleta dagirker ya Îranê bi alîkarî û hevkariya bi hêzên dijberê gelê Kurd di serî de jî dewleta dagirker û faşîst a Tirkiyeyê hewl dide ku pêşiya vebûn, pêşketin û bandora berfireh a têkoşîna gelê Kurd di navxweyê welat û derve de bigire. Ji hêla din ve jî dîsa bi zext, girtin û kuştinan çavên gel bitirsîne û wan mehkûmî çarenûsa berê ya tarî û bêçaretiyê bike.

DIVÊ PJAK WEKÎ RÊXISTINEKE SIYASÎ NEYÊ DÎTIN

Di esas de têkoşîna azadiyê di Sibata sala 1999’an bi xwedîderketin û serhildanên berfireh ê gelê me li Rojhilatê Kurdistanê li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo dest pê kir û paşê jî di sala 2004’an bi nasnameya PJAK’ê xwe gihande asta rêxistinbûnê. Ev qonaxeke nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd li beramberî dewleta faşîst û dagirker ya Îranê bû. Heya roja îro di qonaxên curbecur de îsbat bû û pir eşkere derkete holê ku gelê Kurd li jêr ala PJAK’ê projeya Rêber Apo ya demokrasî û çareseriyê pejirandiye û li gor vê jî xwe birêxistin dike. Di esas de PJAK tenê wek rêxistineke siyasî divê neyê dîtin, ji bo Rojhilatê Kurdistanê temsîla felsefe, çand, îdeolojî û jiyaneke nûjen û ya cewherî dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên demokrasiyê yên civakî datîne holê. Ji ber vê sedemê jî rastî eleqe û girêdaneke berfireh ya gelê me hatiye û tê.

PJAK DI ÇARESERÎ Û GIHÎŞTINA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DE BI ISRAR E

Dewletên dagirker ji bo hebûna xwe ya antî-demokratîk, paşverû û kedxwar bidomînin, rêya rizgariya xwe di tunekirina tevgera azadiya Kurd de dibînin. Îran jî parçeyeke ji vê konseptê ye û bi awayê cuda rol dileyîze. Tenê ger mirov li nêzîkatî û tevgera Îranê ya ji bihara îsal destpêkiriye binêre, wê bibîne ku ji bo xwe polîtîkayên qirêj û antî demokratîk û hovane yên Tirkiyeyê referans digire, heman rê û rêbazê li ser gelê me li Rojhilatê Kurdistanê jî diceribîne. Operasyon û tevgera leşkerî ya Îranê li Rojhilat, çêkirina qereqol û qaleqolên nû, zêdekirina pergala cerdevaniyê û di kêleka vê de jî şewitandin û tunekirina xwezaya Zagrosê, bi vê re girêdayî kontrola li ser sînor jî pir zêde kiriye. Ev tev di encama hevdîtin û peyamanên hevbeş yên Erdogan û Rûhanî de pêk hatine. Wiha jî atmosfereke xofnak dixwazin bidin çêkirin. Welatparêzên di bin navê têkiliya wan bi gerîlla re heye, destgîr dikin û wiha jî dixwazin têkiliya gel û gerîla bi yekcar bibirin. Jixwe dezgeha şerê taybet ji bo reşkirin û dezenformasyona li ser PJAK’ê taybet xistine tevgerê û bênavber di nav gel de agahiyên şaş û xelet, tiştên derew û nerast belav dikin. Li dijî van hemû nêzîkatiyên dewletê, PJAK di çareserî û gihîştina armancên xwe ango azadî û demokrasiyê bi bi israr e, ji bo vê jî berdêlên pir giranbuha daye û hîna jî berdêlê dide. Herî dawî rêhevalê me endamê Meclîsa PJAK’ê H.Cengaver û H. Aram tevlî nav karwanê şehîdan bûn. Jixwe PJAK li qadê ye, di nav gel de, bi gel re û di eniyên herî zehmet û zor de tim cih girtiye û ji vir pê ve jî wê zordarî û êrîşên dewleta faşîst, me ji doz û têkoşîna me venekişîne. Em bi heman coş û heyecana roja yekem ya destpêkirina têkoşîna azadiyê li Rojhilat di xeta şehîdên xwe de, meş û têkoşîna xwe berdewam dikin.

Ger em li rewşa li Îranê binêrin, tê dîtin qeyrana aborî bûye perçeyek girîng ya pirsgirêkan, bi ser de jî krîza nexweşiya korona ku wek pandemî belav bûye, di Îranê ji ber rayedaran bi zanebûn pêşiya wê negirtin û belav jî kirin, niha rewşeke awarte heye. Rojane hejmara mirî û yên bi vê nexweşiyê dikevin qat bi qat zêde dibe. Wiha jî dikare were gotin, Îran di ezmûna tendirûstiyê de li gor hemû welatên din, bin ketiye. Lewre divê hesabê vê rewşê, evqas texrîbata can û malî were pirsîn û gel tu car çavê xwe ji vê yekê re negire. Dibe ku şewba korona ji hêla dewleta Îranê ve nehatibe çêkirin, lê ji ber tedbîr nehatin girtin, di dema xwe de mudaxele nekir û pir caran jî nexweşî kirin fedayê siyaseta hundir ya gendel û qirêj, ev hemû tawanên mirovahiyê ne.

Îran her çend pir hewl da ji bo ku xwe ji krîza têkilî bi dewletên derve re dijî derxîne, lê hîna jî nekariye vê pêk bîne. Carinan ji bo nakokiya bi dewletên rojavayî re kêm bike, tawîzan dide, carinan jî xwe diavêje bextê welatên wek Çîn û Rûsya û bi wan re hin peymanan girê dide. Di van hemû hewldanên vala de qet pêwîstî û çareseriya pirsgirêkên civakê berçav nayê girtin. Gelên Îranê demokrasiyê, mafên xwe yên rewa, şert û mercên jiyaneke bi ewle û asayî, derfetên însanî, qanûneke demokratîk, rêveberiyeke rast û sîstemeke demokratîk ya nemerkezî û nenavendî dixwaze. Jixwe ya ku hemû qeyran û krîzên kûrbûyî yên heyî bikaribe ji holê rake jî pergaleke wiha ye. Lê dewleta Îranê li şûna vê rastiyê berçav bigire û herî kêm kelemên li pêşiya wê rabike, ew bi xwe astengiya herî mezin e. Lewre jî derfet tuneye ku civaka Îranê, gelên Îranê bikaribin vê sîstemê tehemûl bikin û pê re bimeşin. Ev sîstem bi darê zorê, bi zext, îdam û kuştinê re xwe heya îro aniye, berdewam bi tund û tûjiyê ve xwe didomîne. Lê di rewşa heyî de ne gengaz e ku bi vê rewşê bidomîne.

‘JI SÊDAREYÊ RE NA, DEM DEMA DEMOKRASIYÊ YE’

Me PJAK di demên dawiyê de bi destpêkirina pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, pêngaveke girîng ya bi navê “Ji sêdareyê re na, dem dema demokrasiyê ye” da destpêkirin. Ev pêngav bi berçavgirtina pêwîstî û daxwaziyên gelê me li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate îlankirin û ji bo bigihîje encam û serketinê jî hewldan û têkoşîna me û gelê me berdewam û bi berfirehî didome. Di Îranê de sêdare tenê cezakirina takekesan nîne, bi pergala sêdareyê re hemû civak, hemû gelên Îranî tên cezakirin. Lewre ji bo ku pêşiya pirsgirêka demokratîzasyonê vebe, divê ev pergala sêdareyê rabe. Heya benê sêdareyê, siya sêdareyê li ber serê civakê be, em nikarin behsa jiyaneke rast, azadiyê bikin. Ji bo vê jî têkoşîna me di vê qonaxê de bi vê navê xwe li her derê Rojhilatê Kurdistanê birêxistin dike. Heya bigihîje encamê jî em ê hewldan û xebata xwe bi şêwazeke pir xurt bidomînin.

Hema bêje her roj ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve tên qetilkirin bi taybetî jî yên kolber. Çima ciwanên Kurd neçarî karê kolbertiyê dibin, çavkaniya xwe ji çi digire? Rêya pêşîlêgirtina wê trajediyê çi ye?

SIYASETA ŞAŞ Û GENDEL A ÎRANÊ BI XWE SERSEBEBÊ YEKEMÎN E

Me da diyarkirin ku girêdayî pirsgirêka Îranê bi cîhana derve re, qeyrana aborî di asteke ew çend xirab de ye ku jiyan di Îran, bi taybet jî li Rojhilat û herêmên ku derfetên wê pir kêm in, wek Belûçistan, Ehwaz û hwd. pir xirab e. Lê divê were zanîn ku pirsgêraka aboriya Îranê tenê beşeke wê bi ambargoyê ve pêwendîdar e, herî zêde jî siyaseta şaş a gendel a rayedarên Îranê bi xwe sersebebê yekemîn e. Hemû derfetên madî yên Îranê di destê klîkekê de û ji bo berjewendiya elîta serdest ya rejîmê tê bi kar anîn. Ger siyaseta rast ya aboriyê were meşandin, ger ku pêşî li gendelî û kedxwariyê were girtin, bi aboriyeke komunal û demokratîk, ekolojîk hemû pêdiviyên civakê pir bi hêsanî çareser dibe. Lê belê di rewşa heyî de rejîm ji bo civakê bi rê ve bibe, ji bo bi pirsgirêka aborî re mijûl bike, ji bo ku pirsgirêkên din bi taybet yên maf û demokrasiyê binixumîne û bide wendakirin, krîza aboriyê çêdike. Tê zanîn pergal bi birçîbûnê civakê kedî dikin, terbiye dikin. Niha dewletên navnetewî jî dixwazin qaşo bi ambargoyê dewleta Îranê kedî bikin, bînin astekê ku tawîzan jê bigirin. Lê ya ku zirar dibîne û jê êş dikişîne bi tu awayî dewlet nîne, civak e. Ew wiha hesab dikin ku çiqas kembera ambargoyê bişidînin, wê rejîm tawîzan bide, dê qeyrana aborî bibe sebebê teqînên di hundir de. Ango wiha dixwazin ku rejîmê bînin ber lingên xwe. Jixwe hêzên navnetewî rewşa rejîmê ya antîdemokratîk ku rojane bi sedan însanên bêguneh têne girtin, êşkencekirin, her meh bi dehan kes tên darvekirin, an jî xeyal û xwestekên mirovan tê tunekirin, li vê rewşê mêze nakin û ji rejîmê jî daxwazeke wan ya guhertin û veguhertina demokratîk tune ye. Ev jî durûtî û pragmatîkbûna wan nîşan dide. Rejîm vê rewşê ji bo xwe wek firsendeke girîng bi kar tîne. Civakê bi krîzê mijûl dike, hemû bertekên navxweyî jî bi gotina ku “hêzên navneteweyî sebebê vê rewşê ne” ditefîne an jî beralî dike. Di encamê de wek me got ya ku xisarê dibîne, jiyana wê tê xirabkirin û bêçare tê hiştin civak bi xwe ye.

JIYANA GUND Û ÇIYAYÎ JI HOLÊ RADIKE, NEÇARÎ KOLBERIYÊ DIKIN

Li Rojhilatê Kurdistanê rejîm siyaseta aboriyê bi şêweyekê bi rê ve dibe ku civak tu car têr nebe, tim muhtac bimîne û vê jî li dijî civakê bi kar tîne. Wek mînak bendavên li Kurdistanê têne çêkirin, hem qetlîma xwezayê ye, hem jiyana gund û çiyayî ji holê radike, hem jî tu faydeyekê nade civakê. Jixwe derfetên karkirinê pir kêm e. Civak an karê çandinî, an jî heywanan xwedî dike. Ji bilî vê pir kêm karxane û şîrket hene. Yên heyî jî kesên ji derveyî Rojhilat tê de kar dikin. Di vê rewşê de ciwan neçar in ji bo debara jiyanê yan biçin bajar û metropolan kargeriyê bikin an jî karê kolberiyê dikin.

Jixwe li beşên din ên Kurdistanê jî kolberî beşeke aboriyê ye. Lê jixwe diyardeya sînor di Kurdistanê de sexte ye, bi zanebûn hatiye lêkirin û tim ji bo zirar bide Kurdan bi kar hatiye. Gel neçar e li ser sînoran kolberiyê bike. Ji ber rêyeke din ya debarê û xwexwedîkirinê nehiştine. Lê hercar bi mirinê, birîndarbûnê û girtinê re rûbirû dimîne. Dewlet ji kesên kolber ruşwetê distînin, piştî demekê ku ji wan re destûra hatinûçûnê dide, wan dixîne kemînê û wiha jî fermandeyên li ser sînor rûtbeya xwe zêde dikin. Bûyer ev çend qirêj û hovane ye. Kolberên Kurd ji bo pariyeke nan ji bo zarokên xwe, xwe li sînorên herî zehmet, asê û dijwar didin, li ser zinaran barên herî giran digirin pişta xwe û di berf û seqemê de dimeşin, hin ji wan diqerisin û jiyana xwe ji dest didin. Lê fermandeyên paygahan jî hem ruşwetê distînin, hem jî li ser xwîna kolberan rayeya xwe zêde dikin. Ev hovîtiya rejîmê nîşan dide. Li beramberî vê rewşê bêguman divê kesên kolber haydar bin. Herî kêm bikaribin xwe biparêzin. Baweriya xwe bi rayedaran neyînin û kesên sîxur di nav xwe de nehêlin. Wiha jî dibe ku pêşiya kuştin, birîndarî û girtinên ku rojane diqewimin, were girtin. Canê mirov pir giranbuha ye, lê mixabin di Kurdistanê de ev can bi qasî pariyeke nan qîmeta wê nemaye. Em vê rewşê wek çarenûs nabînin û vê yekê tim dibêjin ku pêwîst dike gelê me li herê derê, bi taybet li dijî êrîş û zextan bikaribin xwe biparêzin. Herî zêde jî kolber divê xwe biparêzin û divê di nav xwe de rêxistinkirî bin.

Tu pirsgirêk tune ye ku neyê çareserkirin, ji bo dawîanîna trajediya kolberan jî encex rêya rêxistinbûn û xweparastinê dikare bibe çare. Em ji hemû gelê xwe bi taybet jî kolberan daxwaz dikin di van aliyan de şiyar nêzîk bibin, xwe ji lîstokên dijmin biparêzin û wiha jî bikaribin berdêla ked û westandina xwe wergirin.