PJAK ji Kongreya Neteweyî re amade ye

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir, ku ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd ew amade ne û piştgiriyê didin hemû karên di vî warî de tên kirin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn, der barê kongreya neteweyî de ji ajansa me re axivî.

Vejîn bal kişand li ser rola partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan û got, pêwîste civak partiyên siyasî neçar bihêle ku bibin yek. Vejîn diyar kir, ew ji bo hemû xebatên lidarxistina kongreya neteweyî amade ne.

Vejîn da xuyakirin, ku xebatên di vê demê de ji bo pêkhatina kongreya neteweyî tên kirin gelekî girîng in û got, "Berî niha bi çend salan jî karekî dûr û dirêj hatibû kirin. Kombûn û civîneke berfireh çêbûbû. Lê belê hinek partiyen siyasî li ser vê meselê ji ber ku hevdû negirtin û li ser kûrahiya wê nesekinînin, ji ber ku berpirsyariye ke giştî derneket holê, encama dihate xwestin bi dest neket. Bi sedan salan doza Kurd heye. Divê ev yek biçe serî û rêbaza wê jî yekîtiya neteweyî ye."

Vejîn bibîr xist, ku KNK'ê di vê çarçoveyê de hevdîtin bi wan re kiriye, li ser mijarê ew axivîne û got: "Weke PJAK'ê me piştevaniya xwe ji bo kongreya neteweyî diyar kir. Em jî amade ne ku bi her awayî tevlî karê ji bo lidarketina kongreya neteweyî bibin. Merheleya yekemîn niha dest pê kiriye."

Vejîn bal kişand ser girîngiya kongreya neteweyî di vê demê de û wiha dewam kir: "Em temaşe dikin, li hemû beşên Kurdistanê krîzen siyasî yên rêveberiyê, yên civakî hene. Esas ji bo vê jî pêwîstiya yekîtiyê heye. Pir rêxistin û partiyên Kurd hene li ser esasekî werin cem hev. Ev doza Kurd ku bi sedan salan heye. Eger partiyên siyasî nebin yek û hev negirin, siyaseta heyî dibe ku xizmetê ji hemû dewletan û hêzên desthilatdar re bike. Bi vê parçebûnê re desthilatdariya xwe hîn zedetir xûrttir dikin û bi vê şewazê hemû encamên ku kar û xebatên Kurdan derdikeve li hemberî Kurdan bi kar tînin. Pewîste hemû hezên siyasî li hev bicivin."

KONGREYA NETEWEYÎ XIZMETÊ JI YEKÎTIYA KURDAN RE DIKE

Vejîn destnîşan kir, ku esasê vî karî civak bi xwe ye û wiha pê de çû: "Dema em li giştî li Kurdistan û partiyên Kurdan dinêrin, tenê bi van rêxistin û partiyan nabe. Beşa esasî ku karibe hemû partiyan bîne cem hev û bingeha wê deyne, civak bi xwe ye. Pêwîste em civak amade bikin. Lê civak jî pêwîste hemû partiyan û rexistinan bîne gel hev. Neçar bike ku li gel kongreya neteweyî cih bigirin, li ser vê esasê yekîtiyê ava bikin. Ev yek berpirsyariya civakê, partî û rêxistinan e. Pêwîste her du alî jî hevdu neçar bikin vê xebatê. Pewîste ev pêk were. J ber ku ev pirsgirêka me ya Kurdan e."

Vejîn diyar kir, sînorên di sala 1925'an de li ser erdnîgariya Kurdistanê hatin danîn bandor li ruhê neyeteweyî li rêxistinên Kurdan jî kiriye û ev tespît kir: "Ev siyaseta netewe dewletê ye. Parçebûna Kurdan xizmetê ji netewe dewletê re dike. Em dibêjin, Kurdistan yek parçe ye, hem diwarê neteweyî de hem jî di warê erdnîgarî de. Sînorên heyî pêwîste werin rakirin. Ji bo vê jî kongreya neteweyî pewîste pêk were. Kongreya neteweyî xizmetê ji vê re dike. Niha her hêzek dixwaze bibe desthilatdar. Dixwaze di şer û têkoşîna li herêmê diqewime de cihekî xwe hebe."

Vejîn destnîşan kir, ku bi rêya kongreya neteweyî pêşî li siyasetên li dijî Kurd û Kurdistanê bê girtin, desketiyên gel dikarin werin parastin.

PÊWÎSTE HEMÛ PARTIYÊN SIYASî BI ERKA XWE RABIN

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn di dewama axaftina xwe de ragihand, ku hin kes û hêz naxwazin kongreya neteweyî pêk were û got, "Weke niha rewşa ku li Başûrê Kurdistan heye, siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, pêngava ku hatiye destpekirin ji bo referandûmê. Ev zêde xizmeta yekîtiya neteweyî nake. Eger serxwebûneke hebe, serxwebûna ku tenê li Başûr bibe, xizmeta Rojhilat, Bakur, Rojava neke. Di vê nuqteyê de em vê dizanin ku ev xebata KNK esas ji bo Başûr wê bibe rêya çareseriyê. Partiyên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, pêwîste li ser xalên hevbeş di nava vî karî de cih bigirin. Sedema ku ev kongre sala 2013'an pêk nehat pareke mezin dikeve ser milê partiyên Rojhilat ku nekarîn yekîtiyeke baş li nav hev bikin. Nekarîn bi baş temsîla xwe çêbikin, hiştin ku di vê xebatê de belavbûn çêbibe."

Vejîn ragihand, divê hemû partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi berpirsyariya xwe rabin û di dawiyê de got, "Weke PJAK'ê em ê li hemberî hemû pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya neteweyî asteng in têbikoin. Divê em encameke erênî bi dest bixin, nakokiyên heyî çareser bikin û dawî li parçebûna xwe bînin. Di vê nuqteyê de weke PJAK jî me hevdîtînek bi KNK'ê re pêk anîn. Gotinên me di wê hevdîtinê de anîn ziman, ji bo me heta dawiyê derbasdar e."