PJAK: Em amade ne di pirsgirêka navbera hêzên Komeleyê de navbeynkarî bikin

PJAK’ê têkildarî nakokiya di navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşger de diyar kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan û avakirina aramî û dostaniya di navbera her du aliyan de amade ne.

Di 22’ê Hezîranê de navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistanê û Îranê de ku li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ne pevçûn derket û encamê de 2 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vê yekê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyekê parve kir û li gel nîşandana xemgîniya xwe li ser bûyerê, ragihand ku ji bo navbeynkariya bi rêya guftûgoyê çareserkirina nakokiyan û avakirina aramî û dostaniya navbera refên pêşmergeyên Komele de, amade ne.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye: "Di 22’ê Hezîrana 2023’yan de di navbera pêşmergeyên Komele de pevçûn derketin û 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Ev yek cihê xemgîniyê ye.

Di qonaxa hestiyar a niha ya Rojhilatê Kurdistanê de û her wiha di rewşek wiha de ku dijminên gelê Kurd li beşên cuda yên Kurdistanê ji bo komplo û êrişan li derfetekê digerin, her nakokiyek leşkerî ya di navbera hêzên pêşmergeyên Komele de wê ziyanê bigihîne gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd. Ya ku bûyî sedema nokiyên navbera pêşmergeyan de, bê guman bi tundûtijiyê çareser nabe û divê alî bi mantiqa diyalog û lihevkirinê hewl bidin ku bi berpirsyartî û bêhnfirehiyê pirsgirêkan çareser bikin. Pêwîstiyek a şoreşê ye ku xwe ji kiryarên ku dilê dijminê gelê Kurd xweş dike dûr bixin.

Li ser vê yekê em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xemgîniya xwe ji ber pevçûnên çekdarî yên ku di encamê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dayîn, nîşan didin û banga guftûgo, lihevkirin û tedbîran li aliyan dikin. Bûyereke wiha xemgîn û nexwestî ne layiqê gelê Kurd e ku zarokên xwe ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê pêşkêşî şoreşê kirine. Her wiha ev yek dibe sedema şadbûna rejîma Îranê û ji bo êriş û planên dijmin ên li ser gelê me derfet ava bibe.

Ji bo vê yekê PJAK ji bo navbeynkariya bi rêya guftûgoyê çareserkirina nakokiyan û avakirina aramî û dostaniya navbera refên pêşmergeyên Komele de, amade ye.