PJAK'ê li ser destgîrkirinan daxuyanî da

PJAK: Destgîrkirinên dawî nîşaneya destpêkirina projeyek nû ji bo serdegirtin û têkbirina çalakgerên Kurd e.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di derbarê destgîrkirina çalakgerên sivîl û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê îstixbarata rejîma Îranê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya PJAK'ê wiha ye:

"Du hefteyên derbasbûyî em bûn şahidê destpêkirina pêlek nû ya destgîrkirinan û ewlehîkirina rewşa civaka Rojhilatê Kurdistanê. Ji hunermendan bigire heta çalakgerên siyasî, karker û jîngeparêzan gelek kes hatin destgîrkirin. Vê carê jî dîroka tije ji etîketkirinê ya Komara Îslamî, bi kilîşeyên weke 'peywendî ligel aliyên dijî sîstemê û dijayetî li gel prensîbên Komara Îslamî' projeya serkutkirin û jêbirina çalakgerên sivîl ên Kurdistanê hatiye destpêkirin.

AJOKARÊ HEYVA SOR A HAMYARANÊ JI ALIYÊ ÎSTÎXBARATA ÎRANÊ VE HATE KUŞTIN

Axaftinên dawî yê cîgirê siyasî û ewlehî yê fermandarê parêzgeha Kurdistanê li ser girêdana girtiyan li gel PJAK'ê di çarçoveya projeya etîketkirina çalakgeran û piştre destgîrkirin û serdegirtina wan e. Zincîra ku vê projê jî temam dike, tawanbarkirina PJAK'ê li ser kuştina ajokarê Heyva Sor a Kamyaranê Kûhsar Fatih e ku di 20 Tîrmeha 2018an di encamê gulebaranek de jiyana xwe ji dest de; Belgeyên berdest nîşan didin ku dezgehên îstixbarata Îranê bi xwe destê wan di vê kuştinê de hebûye.

BI LÊPIRSÎNÊN BÊKOK, CÎNAYETÊ DIXIN STÛYÊ PJAK'Ê

Cîgirê fermandarê parêzgeha Kurdistanê bi axaftinên direwîn û dûrî rastiyê, balê dikişîne ser lêpirsînên bêkok û kuştina Kûhsar Fatihî dixe stûyê PJAK'ê û çalakgerên sivîl yên girtî jî tawanbar dike ku piştgiriya vê kuştinê kirine. Ev jî di demekê de ye ku kesayetên girtî û qada wan ya xebatê di saziyên sivîl û jîngeparêzî li gor qanûnên Komara Îslamî ya Îranê bûye û têkiliya xwe bi PJAK'ê nîne."

'LI HEMBERÎ SENARYOYÊN KOMARA ÎSLAMÎ HELWESTA XWE DIYAR BIKIN'

PJAK di dewama daxuyaniyê de dibêje: "Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê kiryarên dijî mirov û dijî civakê yên Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û senaryoyên kevn ên îstixbaratê weke hewldanekî ji bo têkbirina civaka sivîl û pêşengên wê dinirxîne.

BANGA LI DEMOKRAT Û REWŞENBÎRAN

Li ser vê esasî, em bang li hemû aliyên demokratîk, rewşenbîr, çalakgerên siyasî û civakî yên li Îran û derveyî welat dikin ku helwesta xwe li beramber van senaryo û destgîrkirinan diyar bikin."