Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

PJAK’ê banga têkoşîna hevpar kir

PJAK’ê têkildarî çalakiyên gel ên li Rojhilat û Îranê daxuyanî da. PJAK’ê banga têkoşîna hevpar li gelên Îranê kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî çalakiyên gel ên li Rojhilat û Îranê ku didomin daxuyanî da û banga têkoşîna hevpar li gelên Îranê kir. Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya PJAK'ê hatî weşandin de ev tişt hate diyarkirin;

“Li Îranê di destpêkê de Meşheb û Kirmaşan di nav de çalakiyên ku balavî hemû erdingariya Îranê bûyîn, xwedî potansiyela vekirina rêya guhertininên mezin e. Jİ bo hemû Îranê dibe ku rêya demokratîkbûnekî nû veke.

Hinek alî çi bi zanabûn çi jî ne bi zanabûn vê helwesta gel bi sedemên aboriyê ve girê didin. Lê em baş dizanin sedemê hemû pirsgirêkan çavkaniya xwe ji sedemên siyasî digirin. Heta ku çareseriyeke demokratîk nebe û heta serî li rêbazên çareseriya demokratîk neyê dayîn, ti pirsgirêkên Îranê nayê çareserkirin. Bi vê ve girêdayî ji bo guhertinekî mayînde û heta hetayî, her çalakiyên li Îranê bê kirin meşrû û rewan e.

Yekane armanca nerazîbûna gel a bi derve ve neyê girêdan tepeserkirina çalakiyane. Ev têkoşîna hesas û rewşa awarte, li gel hev cih girtin ji bo gelê Îranê xwedî girîngî û cihekî taybet û ji bo parstina hêza demokrasiyê jî xwedî girîngiyekî taybet e. Weke PJAK’ê di serî de ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelên Îranê, banga cihgirtina li gel têkoşîna tê kirin dikin.”