Piştî operasyonê li Dersimê şewat derket
Piştî operasyona leşkerî ya li Dersimê, li 4 qadên geliyên Munzur û Pîlemûriyê şewat derket.
Piştî operasyona leşkerî ya li Dersimê, li 4 qadên geliyên Munzur û Pîlemûriyê şewat derket.
Piştî operasyona leşkerî ya navend û navçeya Pîlemûriyê Dersimê li qada daristanê şewat derket. Şewata ku di 5’ê Îlonê li Zinarên Dokuz, gundê Tarla Uzun, Geliyê Pîlemûriyê û çemê Balî ya Geliyê Munzurê derketî, hîna didome. Şewata ku li nêzî rêya navçeya Pîlemûriyê derketî û mûdaxeleyî wê nehatî kirin, bi bayê re berbelav dibe û gihaye qûntara çiyê. Welatiyan xwestin şewatê vemirinin, lê leşkaran bi hinceta “Herêma ewlekariya taybet e” destûr nedan.
Welatiyan diyar kirin ku ger mûdaxeleyê şewatê neyê kirin, wê Midûriyeta Kar û Barê Daristanê yê Bajêr şermezar bikin.