Piştî kû mewzûn bû û şûn de ji ber çalakiyên xwendekariyê hate girtin!

Mewzûnê Zanîgeha Harranê Nîmet Acar, bi hinceta ku di navbera salên 2013-14'an de beşdarî aktivîteyekî ya li zanîngehê bûye hate girtin.

Di operasyona binçavkirinê de ku li dijî xwendekarên mewzûnbûyî yên Zanîngeha Harran a Rihayê pêk hatin, kesek hate girtin.

Hemdiye Adiguzel, Kenan Açikgoz, Nîmet Acar, Serhat Emen û Veysî Odungeçe ên ku 11 Çileyê li Rihayê hatin binçavkirin, piştî binçavkirina 14 rojan û şûn de îro îfadeya wan hate girtin.

Hinceta binçavkirina mewzûnên Zanîngeha Harranê, weke beşdarbûna aktivîteyekên di navbera salên 2013-14'an de ji aliyê Komeleya Xwendekarên Zanîngeha

Harranê (HODER) ve hate lidarxistin, hate nîşandan, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hemdiye Adiguzel, Kenan Açikgoz, Serhat Emer û Veysî Odungeç bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Nîmet Acar jî hate girtin.