Piştî ku Îranê ava Zê birrî, cotkar ketin rewşeke zehmet

Piştî ku Îranê ava Zê ya biçûk bi rêya bendavên li ser çêkirî li ser Başûrê Kurdistanê birrî, cotkar ketin rewşeke zor û zehmet.

Rêbaza ku dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê herî zêde li dijî Kurdan bi kar anîn, îro jî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li dijî Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn. Ji ber ku Îranê av li ser Başûrê Kurdistanê birrî, çandinî û sewalkarî derbeke mezin xwarin.

REWŞA ZEHMET A KARÊN ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ

Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve û li ser desthilatdariyê bimîne biryara referandûmê da, dewleta Îranê ava Zê ya biçûk (Zap a biçûk) li ser Başûrê Kurdistanê birî. Zê ya biçûk ji Bakurê Kurdistanê tê, di bajarên Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe, digihêje bajarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê û ji wir jî ji Ranya, Silêmanî û gelek navçeyên wê derbas dibe. Ji ber qutkirina avê, karê çandinî û sewalkariyê yên li vê herêmê derbek giran xwar.

ROJÊN ZOR Û ZEHMET ÊN LI PÊŞIYA GEL

Rejîma Îranê bi bendavên Sîlve, Visk, Kolse û gelek bendavên din ên li ser Ava Zê ya Biçûk, beşeke mezin a avê li ser Başûrê Kurdistanê birrî. Welatiyên Qeladizê, ku li qiraxa vî çemî ne, ji ber birrîn avê nikarin erdê xwe baş av bidin. Yek ji van cotkaran Erdelan Îbrahîm Ebdullah dibêje, bi birrîna avê rojên zor û zehmet li pêşiya cotkarên li herêmê ne.

Ebdullah anî ziman ku gelê xizan bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikir û got, "Çavkaniya debarê ya Qeladizê ev çem e. Li gelemperiya welêt ji xwe krîzeke giran a aboriyê heye. Bêkarî heye. Birrîna avê re pirsgirêka debarê jî wê rû bide."

'DIJMINÊN ME LI ME BÛNE YEK û AVÊ LI SER ME DIBIRIN'

Mam Mihemed ê li qiraxa ava Zê cotkariyê dike, anî ziman ji ku ber birîn avê ew di rewşeke zehmet de ne û destnîşan kir, ku dijminên Kurdan li Kurdan bûne yek û naxwazin tasek av jî bi destê Kurdan bikeve. Mam Mihemed got, "Binerin, em tenê li qiraxa çem dikarin çandiniyê bikin. Ev hemû dijminê Kurdan e. Îran dijmin e, Iraq dijmin e, Tirkiye ji xwe dijmin e. Dewleta Tirk xwîna Kurdan vexwe jî wê dilê wan rehet nebe. Ji dema Osmanî û vir ve rewş wiha ye. Osmanî sê caran Iraq hilweşand. Niha jî bûne yek û avê li ser Kurdan dibirin. Ez hê çi bêjim..."