Piştî greva birçîbûnê zext û zordarî zêde bû

Parêzera OHD'î Mehtap Işik anî ziman, piştî ku grevên birçîbûnê bi dawî bûn li girtîgehan zext û zordarî zêde bûn.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) parêzer Mehtap Işik bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên dewleta Tirk.

Parêzer Işik ji ANF'ê re axivî û got, "Girtiyan nabin nexweşxaneyê. Cezayên dîsîplînê weke hincet ji vê yekê re nîşan didin. Muwekîlên me yên ku tedawiya kanserê dibînin, hewl didin ku tenê bi derman jiyana xwe dewam bike."

Işik anî ziman ku bi pêkanîna 'desteya çavdêriya îdarî' ya ku meha Çileyê kete meriyetê, mafê berdana bi şert hatiye desteserkirin û got, "Girtiyên ku divê bên berdan nayên berdan. Li girtîgehên li Wanê û tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên ku cezayê dîsîplînê li wan nehatine birîn jî bi biryara desteya çavdêriyê ya îdarî nayên berdan. Vê yekê jî bi hinceta ku ji rêxistinê qut nebûne dikin. Ev yek desteserkirina maf e. Tevî ku cezayê dîsîplînê nehatiye birîn jî girtî li girtîgehê têne hiştin."

'CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ JI BO HILANÎNA TOLÊ YE'

Parêzer Işik diyar kir ku ji ber grevên birçîbûnê cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn û bi bîr xist ku ji xwe bi bahaneya şewbê qadên ehvpar, qadên sporê û çalakiyên hevpar hatine betalkirin.

Parêzer Mehtap Işik got, "Bi cezayên dîsîplînê girtî ji van mafên xwe bêpar têne hiştin. Cezayên dîsîplînê li sîcîlê têne bicihkirin. Qanûnê li gorî xwe şîrove dikin. Hiqûqê nas nakin. Li gorî xala 56'an a Destûra Bingehîn mafê her kesî ye ku bi tenduristiyeke baş bijîn û ev yek jî di bin berpirsyariya dewletê ye. Pêkanînek berevajî vê yekê sûc e."